Polîtîka dewletê ya TOKÎ’yan jin û zarok mahkumê bêewlebûnê kirin

  • 09:04 12 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
AMED- Di projeyên TOKÎ’yan de ku dewlet di bin navê "avahiyên civakî" de dide ber bazarê, jin û zarok di bin şertên bê ewlehî û ne hîjyen de têkoşîna jiyanê didin. Li TOKÎ’yên Oglakli, kolanên teng, guherîne îhmalkarî û tundiya bêdeng maye.
 
Li TOKÎ’yên Oglakli ya Rezan a Amedê, welatî di bin şert û mercên zehemet de jiyana xwe didomînin. Birîna avê, gelaş, kêmasiya binesaziyan, qesliya xizmeta tendruistiyê û pewerdê gel bêzar kiriye. Welatiyan diyar kirin ku tevî bi dehan carî serlêdan kirine tu pirsgirêkên wan nehatine çareseririn.
 
Jinan balkişandin ser pirsgirêkên li TOKÎ’yan û gotin divê demildest çareseriyek mayînde pêk bê.
 
Parkqên wêran, kanalîzasyonên vekirî
 
Qadên ku jinan nîşan dan, nebûna rêveberiyê nîşan dide. Dar hişk bûne, paqijî qet tune ye. Jinan diyar kirin ku di nava gelaşê de ne û her der mêş û pêşû ne. Konteynirê gelaşê kêmin û gelaş hemû li ber deriyan e. Park darên wan hemû şikestîne, kanalîzasyon vekirî ne.
 
Kamera û lambe tune ne
 
Li avahiyên TOKÎ lambeyên kolanan tune ne, kamerayên ewlehiyê nehatine bicihkirin. Ev jî rê li ber gelek pirsgirêkan vedike. Dema destdirêjî an jî tundiya li hember jinan pêk tê, ji ber nebûna kamerayan û kolanên tarî ser tundiyê tê girtin. Jinan diyar kirin ku ewlehiya canê wan tune ye û divê demildest kamera bên bicihkirin.
 
‘Welatî ji xizmetê bêpar tên hiştin’
 
Li gel vê ji ber dibistan li TOKÎ’yan nehatine çêkirin, xwendekar diçin dibistanên dur. Heman demê de li cihê ku ji 5 hezar avahiyî pêk tê xizmeta tendurisityê jî tune ye. Her wiha market,firin û bazar jî têr nakin.
 
Jinan diyar kirin ku divê demildest daxwazên wan bên cih û dewlet çareseriyê pêk bîne.