'Di fuara pirtûkan de xwedî li berhemên Kurdî derkevin'

  • 14:55 12 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
AMED - Weşanxaneyên bi zimanê Kurdî weşangeriyê dikin, bang li her kesî kirin ku di “9’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê” de ku dê di 18-26’ê Cotmehê de bê lidarxistin, xwedî li berhemên Kurdî derkevin.
 
Yekitiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD), PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd, têkildarî “9’emîn Fuara Pirtûkan a TUYAP’ê ya Amedê” daxuyanî dan. Daxuyanî, li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd hate dayin. Daxuyanî, bi zaravayên Kurdî Kurmancî û Kirmanckî hatin xwendin. 
 
Daxuyaniya bi Kurmancî ji hêla Hevseroka YEW-KURD’ê Asya Genimê û ya bi Kirmanckî jî ji hêla Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Haci Ozkal ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku weşanxaneyên Kurdî dê bi pirtûk, nivîskar û helwesta xwe ya Kurdî beşdarî fuarê bibin. 
 
‘CIVAKA BÊZIMAN BÊ KOK E’  
 
Daxuyanî wiha domiya:  
 
“Wek em dizanin xebatên çand û ziman hemû beşên civakê têkildar dikin, bi hewldan û xebatên hin saziyên Kurdî, nivîskar, weşanger, rojnamegeran problema ziman û bişaftinê heta radeyekê tê çareserkirin. Civaka Kurdan bi hemû beşên xwe, bi siyaset, aborî, medya, sazî û dezgehên xwe berpirsê zimanê xwe ne, divê li gorî girîngiya vê berpirsiyariyê tevbigerin. Her mirovê hişnas û hişmend bi vê yekê baş dizane; mirov hewcedarî ziman e. Civaka bêziman bê kok e, bê bîr e, civaka bîra wê hedimî gav bi gav ji giyanê azadiyê dûr dikeve. Werin em bi hev re li bîra xwe xwedî derkevin. Armanca me ev e; em bi xebatên çand, ziman, huner û rewşenbîriyê, civakê li rêgeha wê, anku li reseniya wê vegerînin.
  
Hişê rast û li hev, civaka hişmendî bilind, ji destpêka dîroka hişnasiya mirov û vir ve pergal û sazîbûyîna civaka xwe li ser têgeha rewşenbîrî, ramanî, hunerî û çandî bilind kiriye. Xwendin di pêşketina hişê mirov û hişê civakî de tevgera herî bi bandor e. Pêşketina civakê xwe li gorî rêjeya xwendinê çêdike. Dema me, aboriya me têra her karî dike, em dema xwe û aboriya xwe hêjayî her bûjen û karî dibînin, lê di xwendin û kirîna pirtûkan de em çikûsiya demê û çikûsiya kirînê dikin. Pirtûk qadeke serbixwe û qadek e azad e ku tu desthilatdar nikarin wê qadê bi dest bixin. Qadên ji destwerdana desthilatdaran re nê pêkan bin ew qad hêvî û hêza azadiya mirov xurt dikin. Em jî wek her civaka dinyê xwendina xwe, siyaseta xwe, ramangeriya xwe, afirîneriya xwe bi zimanê xwe, bi Kurdî bikin. Berxwedana herî mezin a li hemberî bişaftinê, axaftin û xwendina Kurdî ye; bi vê şiyarê, hişê hatiye fesilandin wê saziyên Kurdî, berhemên Kurdî û xebatên Kurdî a girîng jî wê ruhê Kurdî hembêz bike. Ziman ala neteweyan e, ziman metrîsa berxwedanê ye, ziman ezmanê me ye, ziman xaka me ye, ziman doza herî mezin a hebûnê ye.”