
Rojnameger Dilîşan Îbiş hat bibîranîn
- 19:44 12 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Nûçegîhana ANHA’yê Dilîşan Îbiş di 8’emîn salvegera qetilkirina wê de li ser gora xwe ya li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê hat bibîranîn.
Bi boneya salvegera qetilkirina nûçegihana ANHA'yê Dilîşan Îbiş merasîma bîranînê li ser gorê wê ya li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê hat lidarxistin. Malbata Dilîşan Îbîş û hevreyên wê yên rojnamevan bi bilindkirina wêneyên wê beşdarî merasîmê bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) Dicle Ehmed axivî. Dicle şehîd Dilîşan û hemû şehîdên rêya heqîqetê bi bîr anî û wiha go: "Di salvgera 8`emîn a şehadeta şehîd Dilîşan de, em hemû şehîdên çapememiya azad; Hogir, Seed, Dilovan Gever, Nazim û Cîhan Bîlgîn bi bîr tînin. Em soz didin ku em her tim rastiyê derxînin holê. Em ê şopdarên rêya şehîdan bin û bi pênûs û kamereya xwe rastiyê û dengê şoreşa gelê xwe ji cîhanê re raghînin, heta ku em bigihêjin Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk."
Dicle Ehmed destnîşan kir Dilîşan Îbîş xwedî kesayeke bi hêz û bû, her tim ji bo derxistina heqîqetê têkoşîn dikir û wiha got: "Şehîd Dilîşan ku ji bo derxistina heqîqetê têkoşîn dikir û rastiya dewleta Tirk û çeteyên wê ku komkujî û sûcan li dijî sivîlan teşhîr dikir."
Dayika Dilîşan Îbiş, Semşe Mihemed Elî di merasîma bîranînê de axivî û got: "Em xêrhatina hevrêyên şehîd Dilîşan dikin. Şehîd Dilîşan bi fedakariya xwe heqîqetê ragihand û hevrêyên wê divê şopdarên rêya wê ya pîroz bin."