Parêzer ji Îmraliyê vegeriyan

  • 16:29 13 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. 
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtin kir. Mazlum Dînç, Rezan Sarica, Sûzan Akîpa û Emran Emekçî di şandeyê de cih digirt. 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtinê daxuyanî da û got: “Ji parêzerên buroya me parêzer Emran Emekçî, parêzer Sûzan Akîpa, parêzer Rezan Sarica û parêzer Mazlum Dînç; îro (13’yê Cotmeha 2025’an) li Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar, birêz Mahmût Yamalak û birêz Ergîn Atabey re hevdîtin kir.”