Xwendekarên YYU di nobeta ‘Ji bo Rojînê edalet’ de ne
- 18:07 14 Cotmeh 2025
- Rojane
WAN - Xwendekarên Yuzuncu Yil a Wanê der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de daxwaza edaletê kirin û li ijî bêdengiya rektoriyê li kampusê çalakiya runiştinê dabûn destpêkirin. Çalakî di roja duyemîn de berdewam kir.
Xwendekarên Yuzuncu Yil (YYU) a Wanê der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de daxwaza edaletê kirin û li ijî bêdengiya rektoriyê li kampusê çalakiya runiştinê dabûn destpêkirin. Çalakî di roja duyemîn de berdewam kir. Xwendekarên li kampusê hatin gel hev, bang li rêveberiyê kirin ku rastiya li pişt mirina Rojîn Kabaîş bê aşkerakirin û banga berpirsyariyê kirin. Xwendekaran dovîzên ‘Qêrîna Rojînê wê bêdengiyê hişyar bike’ ‘,bêdengî hevkariya sûc e’ hildan.
Her wiha bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘kampus ranezê xwedî li xwendekara xwe derkeve’ berz kirin.
Bi dehan xwendekar tevli çalakiyê bûn û rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiyê.
Rêveberiya zanîngehê heyteke ji 6 xwendekaran pêk dihat ava kir û xwestin biçin merciya rektoriyê. Lê xwendekaran ev red kirin û gotin divê rektor li ber hemû xwendekaran daxuyaniyê bide.