Berdana girtiya 30 salan cara sêyemîn hate taloqkirin

  • 11:37 17 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdana Ardil Çeşme ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzînganê girtî ye, cara 3'emîn bi rengekî kêfî hate taloqkirin.
 
Berdana girtiya siyasî Ardil Çeşme beriya niha 2 caran her carê jî bi 6 mehan hatibû taloqkirin.
 
Bi hinceta "Têkiliya xwe ya bi rêxistinê re dewam dike" berdana Ardil Çeşme ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve cara 3'emîn ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
 
Li gorî agahiyan, berdana Nûrcan Aslan û girtiyeke din a jin a li heman girtîgehê bi heman hincetan hate taloqkirin.