Dayikên Aştiyê piştî 12 salan konferansa xwe pêk tînin

  • 11:40 17 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
AMED – Dayika Aştiyê Nezahat Teke destnîşan kir ku konferansa sêyemîn ku piştî 12 salan ji hêla Meclîsa Dayikên Aştiyê ve tê lidarxistin, dê bibe konferansek ku dê bersiva pêvajoyê bide.
 
Piştî 12 salan, Meclîsa Dayikên Aştiyê dê di 18-19'ê Cotmehê de li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmed a li Amed konferansek bi şîara "Dayik pêşengên civakek demokratîk û aştiyeke mayînde ne" li dar bixe. Tê payîn ku bi tevahî 250 kes beşdar bibin, di nav wan de 109 delegeyên dayik û mêvan hene.
 
Dayika Aştiyê Nezahat Teke derbarê konferansê de agahî da û got ku ew ê bi vê konferansê têkoşîna xwe berfireh bikin û xwe xurt bikin.
 
'Divê em jî piştgiriyê bidinê'
 
Dayika Aştiyê Nezahat Teke, destnîşan kir ku Meclîsa Dayikên Aştiyê 25 sal berê hatiye damezrandin û got, "Me pêşî wekî înîsiyatîfek îlan kir. Me di 25 salan de du konferans li dar xistin. Konferansa vê dawiya hefteyê dê ya sêyemîn be. 109 delege û bi tevahî 250 kes dê beşdar bibin. Di vê pêvajoya nû ya ku dest pê kiriye de, divê em jî xwe nû bikin û têkoşîna xwe berfireh bikin. Ji ber ku divê em ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Dayik dê pêşniyar û ramanên xwe di konferansê de pêşkêş bikin. Dûv re dê nîqaş li ser tiştên ku di encama van ramanan de, derketin holê, werin kirin. Rêbertiya me ji bo me nexşerêyek danî û divê em piştgiriyê bidinê. Ji ber vê yekê em vê konferansê li dar dixin. Ev ê hîn bêtir hêzê bide me."
 
'Em ê diyarî dayika Sakîne bikin'
 
Nezahat Teke, destnîşan kir ku Meclîsa Dayikên Aştiyê li 33 bajaran heye, diyar kir ku ew ê bi 33 bajaran ve sînordar nebin lê dê bêtir berfireh bibin. Nezahat Teke got, "Divê em li her bajarî, her navçeyî, li her derê bin. Ji ber ku îro, dayik in ên êşê dikişînin. Divê dayik vî barî hilgirin. Em ê berpirsiyariya xwe hilgirin û her tiştê ku em dikarin bikin. Em ê konferansa xwe bi dayikan û mêvanên xwe re li dar bixin da ku bersiva rewşê bidin. Em ê konferansa xwe, di şexsê Dayika Sakîne de, diyarî dayikên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, bikin."
 
'Em ji bo Rêberê xwe azadiyê dixwazin'
 
Nezahat Teke diyar kir ku wan dixwest her kesê ku aştiyê dixwaze û piştgiriyê dide vexwînin, lê ew derfeta wan tunebûye. Nezahat Teke da zanîn ku yên ku nekarîn beşdar bibin wê peyamê bişînin. Nezahat Teke got, "Em ê biryarên ku dê pêvajoyê çareser bikin û hêsirên dayikan rawestînin bidin. Em bawer dikin ku ew ê pir baş biçe. Em jî hewce ne ku xwe nû bikin. Rûniştin û razana niha ji bo me dayikan qedexe ye. Em şer naxwazin; em ji bo Rêberê xwe azadiyê û civakek demokratîk dixwazin."