Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
- 20:38 19 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku dema êrîşên li hember Tişrînê dişopoandin hatin qetilkirin, di yekemîn salvegera qetilkirina wan de li Kobanê hatin bibîranîn.
Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19`ê Kanûna 2024`an de dema êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, di bombebarana SÎHA ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin.
Yekitiya Ragihandina Azad û Yekitiya Ragihanina Jin ji bo salvegera Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan merasîke bîranînê bi amadebûna bi dehan rojnamevan, nûçegihan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyan, li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li Kobanê li dar xist.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştire hevserokê Yeketiya Ragihandina Azad a Kantona Firatê Mihemed Mistefa sersasxî ji malbat û hevrêyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan re xwest û diyar kir ku ew ê şopdarên rêya wan bin û xewn û xeyalên wan pêk bînin.
Hevsroka Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) a Kantona Firatê Dicle Ehmed diyar kir ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan kêlî bi kêlî êrişên dagirkerê dişopandin û ji raya giştî re parve dikirin û wiha got: "Şehîd Cîhan û Nazim her tim êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dişopandin û dexwestin her kes bi hovîtiya wan bibînin. Wan bi hêz û moraleke herî xurt bi pênûs û kemereya xwe têkoşîn û berxwedaneke bê hempa dan meşandin û kêlî bi kêlî hovitiya dijmin eşkere kirin."
Piştî axaftinan, mûm li ber wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hat vêxistin.Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.







