Li Pirsûsê banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadiyê'

  • 12:01 25 Kanûn 2025
  • Rojane
RIHA - Beriya mîtînga "Hêvî û Azadiyê" ya ku dê di 4'ê Çileyê de ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve li Amedê were lidarxistin, Rêxistina Bajarê Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Pirsûsê daxuyaniyek da û got, "Werin em di 4'ê Çileyê de saet di 13:00'ê de li Meydana Îstasyona Amedê di mîtînga Hêvî û Azadiyê de bicivin da ku pêşeroja xwe ava bikin."
 
Li gelek bajaran, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ji bo beşdarbûna mîtînga ku dê di 4'ê Çileyê de ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve li Amedê were lidarxistin, banga beşdarbûnê dikin. Di vê çarçoveyê de, îro li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji hêla Rêxistina bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Daxuyaniya derbarê mîtînga ku dê di 4'ê Çileyê de li Meydana Îstasyonê were lidarxistin ji hêla Hevseroka Bajarê Rihayê ya DEM Partiyê Ayşe Surucu û bi Tirkî ji hêla Hevserokê Bajarê Wanê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Cemal Demir ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Çareseriya demokratîk û adilane ya meseleya Kurd ku meseleyeke herî sereke ye ketiye konaxeke girîng. Ji bo ku pêvajoya Aştî û Civata Demokratîk, ku rê li ber bihevrejiyîna gelan a wekhev û azad vekiriye, bi ser bikeve pêwîst e ku aliyên muxetab pêvajoyê di şert û mercên wekhev de bimeşînin.
 
Ji bo pêkhatina aştiyê ya li erdnîgariya me, rêgeza jêneger pêkanîna azadiya fizîkî ya sermuzakerevan Rêzdar Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan ê ku bi milyonan mirov wî wek vîna xwe dibînin, ji salên 1990'î heta niha di her fersendekê de aniye ziman ku divê meseleya Kurd li ser bingeheke demokratîk, bi diyalog û muzakereyê bê çareserkirin. 
 
Herî dawiyê li gel banga Ocalan a Aştî û Civata Demokratîk, a ku 27'ê Sibata 2025’an ji Girtîgeha Girava Îmraliyê kirî Tirkiye ji bo çareserkirina meseleya Kurd a demokratîk û adilane ya mayînde gihiştiye qonaxeke nû. Li gel vê yekê, Rêzdar Ocalan, bi şertê ku bingeha siyaseta demokratîk pêk bê bang li Tevgera Azadiyê kiriye û Tevgera Azadiyê jî ji bo ku pêşî li pêvajoyê vebe û bi ser bikeve li ber çavên civakê bi awayekî aşkera gelek gavên şênber avêtine.
 
Beramberî vê yekê, heta niha jî, ne ji aliyê dewletê, ne jî ji aliyê desthilatdariyê ve, ji bo pêvajoyê tu gavên şênber nehatine avêtin, pêwîstiyên pêvajoyê nehatine bicihanîn. Tenê riyek heye ku Tirkiye bikaribe qeyranên piralî çareser bike, ew jî ew e ku ji bo çareserkirina meseleya Kurd gavên dilsoz û demokratîk biavêje. Ji ber vê, divê zindîgirtina tifaqa Kurd û Tirkan a hezar salan, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ya li ser bingeheke rast û xetereyên di şerê parvekirinê de li ber çavan bên girtin û bê zanîn ku riya ku dê pêvajoyê bi ser bixe zelal e. 
 
Riya bidestxistina vê serketinê, bicihanîna rêgeza Mafê Hêviyê, yê sermuzarekevan Rêberê Gelan Rêzdar Ocalan û bi pêkanîna azadiya wî ya fizîkî ya di demeke kurt de derbas dibe, ku ev yek hem pêwîstiyeke pêvajoyê ye, hem jî temamkirina tedbîrên di qada hiqûqî de ne. 
 
Tiştê jêneger û yê ku destpêkê bê kirin ev e.
 
Divê bê zanîn ku kî bibe dostê Kurdan dê bi ser bikeve; ev yek gelek aşkere û zelal e. Ji ber vê yekê; pirsgirêk ne bi polîtîkayên jiholêrakirinê, bi qebûlkirin, daxwaz û wêrektiya pêkanîna aştiyê çareser dibe. Ev yek jî ancax bi azadiya Rêzdar Abdullah Ocalan pêkan e. Dem, ne dema xwepêgirtina tiştên ceribandî û şer, dema xwepêgirtina heqîqetê û aştiyê ye. Dem dema başbikaranîna vê fersendê û hilberandina polîtîkayê, dema bicihanîna aştiya navxweyî û bicihanîna ziman, giyan û pêwîstiyên aştiya civakî ye. Muxatab diyar e. Muxatab Rêzdar Abdullah Ocalan e. 
 
Divê riya şert û mercên azad û adilane li ber sermuzarekevan Rêzdar Abdullah Ocalan bê vekirin ku di çareserkirina meseleya herî kûr a Tirkiyeyê de bi rista xwe rabe. Divê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk azadîparêziya jinê ya ku wî bi pêş xistiye xwe bigihîne hemû kesan û ji aliyê wan ve bê zanîn. Bi vê boneyê, banga me di serî de ji bo jin, ciwan, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî, odeyên pîşeyî, karker û kedkaran, ji heft salî heta heftê salî ji bo hemû gelên me ne; Werin em dîwarên kîn û nefretê yên tê xwestin ku di navbera mirovahiyê de bên çêkirin bihilweşînin; ji bo ku kevirekî deynin ser dîwarê xwe 4’ê Çileyê, li Amedê, li Qada Îstasyonê, saet di 13.00'ê de, di mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ de bên gel hev û kom bibin."