Xwepêşandanên Rojhilat û Îranê didomin

  • 09:46 25 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Ajansa Mafê Mirovan (HRANA) heta niha zêdetirî 5 hezar kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di xwepêşandanan de hatine qetilkirin.
 
Ajansa Mafê Mirovan (HRANA) derbarê xwêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de raporek nû belav kir.
 
Li gorî raporê, di dema xwepêşandanên şermezarkirinê de herî kêm li li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 5 hezar û 459 kes hatin kuştin. Herwiha 40 hezar û 887 xwepêşander hatine binçavkirin û 7 hezar û 403 xwepêşander jî birîndar bûne.
 
Hate gotin ku di nava kesên hatin kuştin de, 5 hezar û 149 jê xwepêşander in. Di nava wan de jî 60 zarokên temenê wan dibin 18 saliyê de hene.
 
HRANA’yê ragihand ku xwepêşandanên şermezarkirinê kêm nebûne, rejîm jî li hemberî vê yekê înternetê dibire, welatiyan digire û polîtîkayên zextê giran dike.
 
Li gorî heman raporê 11 hezar û 23 kes ji bo saziyên ewlekariyê hatine vexwendin.
 
Hêjayî gotinê ye ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan dest pê kirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.