Kurd li ber avahiya BBCyê ne
- 18:36 25 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Îngilîstanê dijîn, li ber avahiya navendî ya BBCyê çalakiyeke li dar xist. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dewleta Îngilîstanê û bêdengiya BBCyê dan.
Çalakgeran diyar kir ku dewleta Îngilîstanê piştgirî dide çeteyên HTŞê û ev yek rê li ber êrişên hovane ên li ser Rojava vedike.
Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku tevî êrişên dijwar ên li ser Rojavayê Kurdistanê, saziya BBCyê heta niha ev êriş nexistiye rojeva xwe û tu nûçeyên berfireh li ser rewşa dawî çênekirine.







