Ciwan bi sernavê 15'ê Sibatê civiyan
- 12:57 15 Sibat 2026
- Rojane
AMED - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û Piştevaniya Xwendekarên Azad, li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li ÇandAmedê civiyan.
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Piştevaniya Xwendekarên Azad a Dîcleyê, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê civînek li dar xist. Civîn, bi dirûşma “Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve dimeşin” hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyan jî tev li bûn. Li eywana civînê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartê “Ji tariyê ber bi roniyê ve” û “Îradeya Apoger komplogeriya cîhanê têk bir” hatin daliqandin. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin û dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş weke axêver tev li civînê bûn. Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî domiya. Di civînê de Komploya 15’ê Sibatê, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û geşedanên li Rojava tên nîqaşkirin.







