'Divê bajarên zexm werin avakirin'
- 09:04 17 Sibat 2026
- Rojane
Rojda Aydin
AMED - Endama Lijneya Rêvebiriya DMS’ê Hîvda Gunduz diyar kir ku piştî erdhejên 6’ê Sibatê avahiyên zirar dîtine hîn jî li ser piyan in û analîzên rîskê nehatine kirin û teqez kir ku yekane rêya rizgarbûnê li dijî erdhejên nû yên gengaz avakirina bajarên berxwedêr e û destnîşan kir ku pratîkên heyî vê hewcedariyê pêk naynin.
Birînên erdhejên 6’ê Sibatê, tevî sê salan jî hîn jî nehatine dermankirin. Piştî erdheja ku bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan û bajar bûn kavil, avahiyên zirar dîtine bi piranî li cîhê xwe mane û metirsiya erdhejan hîn jî gefek e ji bo jiyana rojane ya kesên ku li herêma erdhejê dijîn. Ligel ku bi ser erdhêjê re sê sal derbas bûye jî li bajarên erdhej pêk hatin pirsgirêkên jiyanî, tenduristî û avahiyên bi ewle hîn berdewam dikin. Piştî erdheja ku pêk hat di Hezîrana 2023’yan de Komeleya Piştgiriyê û Rêvebirina Karesatan (DMS) hat avakirin. Komele ji wê demê vir ve xebatên xwe bênavber didomîne.
Ji endama Lijneya Rêvebiriya DMS’ê Hîvda Gunduz ve li ser piştî erdhêjê rewşa avahiyan û tedbîran axivî.
Hîvda Gunduz bi bîr xist ku bi erdheja 6’ê Sibatê re 11 bajaran bandor bûne û ji ber erdhejê bi hezaran avahî hilweşiyan û zirar dîtin û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Hîvda Gunduz bi bîr xist ku rayedaran her çiqasî hejmara fermî ya kesên jiyana xwe ji dest dane gotibe jî di esasê xwe de ev hejmar hîn zêde ye û wiha got, “Piştî erdheja ku pêk hat welatî ewilî di konan de û piştre jî di konteyniran de hatin bicihkirin. Ji ber vê yekê welatiyan gelek zêde pirsgirêk jiyan. Gelek avajî hilweşiyan. Gelek avahî jî zirar dîtin. Ev avahiyên ku zirar dîtine hîn bi temamî nehatine hilweşandin. Avahiyên ku kêm zirar dîtine jî di bin navê ‘xurtkirinê’ de xebat hat kirin. Em vê yekê jî baş nabînin. Li Meletiyê beriya erdhejê dibistan xurt krine. Lê belê di erdhêjên 6’ê Sibatê de ev dibistan hemû hilweşiyan. Me dît ku wê demê avahiyên xisara giran dîtine wek kêm xisar hatin nîşandin. Ev yek rîskek mezin ava dike. Ger ku erdhejek bibe dê careke din ev avahî hilweşin. Ji ber vê yekê em ne bawer in ku tedbîr hatibin girtin.”
‘Gel hîn jî di konteyniran de dijîn’
Hîvda Gunduz destnîşan kir ku di ser erdhejê de 3 sal derbas bûye jî hîn pirsgirêkên jiyanî û tendûristiyê jî pê re berdewam dikin û wiha pê de çû, “Di ser erdhejê de sê sal derbas bû lê welatî hîn jî di konteyniran de dimînin û jiyana xwe didomînin. Li wan cihên erdhejê hîn pirsgirêk berdewam dikin. Berê çendekî li Hatayê ji ber baranê lehî rabû û kesên di konteyniran de dijiyan niha jî bi lehiyê re li berxwe didin. Li wê derê gelek pirsgirêk hene. Ji xizmetê nikarin sûdê werbigirin. Piştî erdheja 6’ê Sibetê tedawiya derûniyê negirtin. Ew kes bêyî vê piştgiriyê hewl didin jiyana xwe bidomînin bi wê derûniyê ve. Di heman demê de ev kesan kar, mal û xizmên xwe winda kirin. Travmaya vê yekê gelek mezin e. Di hêla îstîhdamê de jî ji bo gel tu xebatek nehat kirin. Li ser vê yekê jî ne tu kar û ne jî tu dane dernexistin.”
‘Divê analîza rîskê bê kirin’
Hîvda Gunduz bi lêv kir ku erdhêjên biçûk jî ji wê demê ve hîn berdewam dike û wiha domand, “Di erdhêjê de avahiyên ku zirar dîtine hîn nehatine hilweşandin. Avahiyên ku giran û kêm zirar dîtine hîn malbat tê de jiyana xwe didomînin. Ji ber vê yekê ev erdhejên biçûk ku pêk tên ve jî rîska ku ev hilweşin zêde ye.” Hîvda Gunduz da zanîn ku avahiyên nehatine hilweşandin gelek bi xetere ne û wiha pê de çû, “Divê ev avahî demildest bên hilweşandin. Ji bo li wê derê avahî bê çêkirin divê ewil li wê derê analîza rîskê bê kirin. Ew der gelo ji bo erdhejê baş e an na, yan jî di erdhêjek dinê de hilweşe yan na. Tespît û xebata vê divê bê kirin.”
‘Bajarên berxwedêr ên li dijî erdhejê ava bikin’
Hîvda Gunduz diyar kir ku piştî erdhejê tu tedbîr nehatine girtin û gel nehatiye agahdarkirin û ev tişt anî ziman, “Piştî erdhejê bi tenê dibêjin ‘ev qas avahî hatine çêkirin.’ Xeynî vê yekê me tu xebatek wan nedîtiye. Ewil divê rîskan analiz bikin. Ji ber ku rîsk gelek zêde ne. Hikûmet jî divê vê yekê bike; pêdivî ye ku ew bajarên ku li hember erdhejê berxwedêr in ava bikin. Ji ber vê yekê divê di araziyan de analîza rîskan bikin. Li gor wê dest bi pêvajoya avakirinê bikin. Di dema pêvajoya înşayê de jî avahiyên zexm û berxwedêr ava bikin. Karesat ne bi tenê erdhej e. Gel bi lehî, şewat û gelek karesatan re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê divê gel bê agahdarkirin. Divê li hember karesatan perwerde bên dayîn. Divê hem rêvebiriyên xwecihî û hem jî rayedar navendî li ser vê yekê xebatê bimeşînin. Bi vî awayî em dikarin li dij karesatan li ber xwe bidin. Em hertim mînaka Japonyayê didin. Li Japonyayê di erdhejên pîleya 8 û 9’an de bi awayekî ewle di malên xwe de dikarin bimînin. Em dixwazin em di erdnîgariya ku em lê dijîn de jî heman tedbîr bên girtin. Bi vî awayî encax em dikarin ji karesatan re amade bibin.”
Rîska îhtîmala erdhejek mezin a duyem
Hîvda Gunduz diyar kir ku rîsk hertim hene û got ew nikarin li hember erdhejê û ferasetê bisekinin, lê dikarin pêşiya vê bigirin. Hîvda Gunduz bi lêv kir ku erdhej bûyerek xwezayî ye û pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Li hember van karesatan em bi tenê dikarin tedbîran bigirin. Beriya ku ev rîsk vegerin qeyranê em li pêşiya van bisekinin û tedbîran bigirin. Ev yek jî bi avakirina bajarên berxwedêr pêwîst e.” Hîvda Gunduz teqez kir ku ger erdhejek mezin bibe avahiyên ku zirar dîtine û avahiyên ku baş nehatine çêkirin dibe ku hilweşin û wiha behs kir, “Niha behsa erdheja Marmara, Çewlîg, Colemêrg, Erzînganê tê kirin. Lê li van bajaran em ne bawer in ku tedbîr hatibin girtin. Wek DMS mîsyona me di vê çarçoveyê de ye; em rêvebiriya navendî, rêvebiriyên xwecihî û hemû kesên berpirsyar hişyar bikin e. Ji bo erdhejê divê çi bikin em wan hişyar dikin. Ji bo xebatên rasterast bikin em ji wan re tînin ziman. Ger ku erdhejek din bibe em ne amade ne ji vê yekê re. Ji ber ku tu amadekarî nehatine kirin. Divê em li her derê ji vê yekê re amade bin.”
‘Em komên xwe ava dikin’
Hîvda Gunduz di dawiya axaftina xwe de got wek komele ew li hember karesatan xebatan dimeşînin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Bernameyên me yên hişyarkirin û perwerdehiyê yên bi gel re di warên wekî hişyarkirina karesatan, rêveberiya karesatan, rolên zayendî di karesatan de, alîkariya yekem a psîkolojîk di karesatan de û ewlehiya agir de berdewam dikin. Em bi vê şîarê derketin rê. Ne bi tenê li Amedê, li bajarên derdorê, navçe û gundan de jî em perwerdehiyên bi vî rengî didin. Her wiha di sala 2026’an de jî hedefa me ew e ku li taxan komên dildar ên afetê yên li taxan ava bikin. Di vê çarçoveyê de em xebatan demişînin. Her wiha em dixwazin du tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên cuda ava bikin. Me tîmek lêgerîn û rizgarkirinê ava kiriye. Em niha pêvajoya akredîteyê de ne. Ger ku akretî de hebe dema karesatek bibe dê bi awayekî fermî karibin tevlî xebatan bibin. Ji ber ku di erdheja 6’ê Sibatê de me dît ku ger ku akredite nebe tu nikarî tevlî xebatekê bibî. Ji ber vê yekê me niha komek ava kir û ji bo avakirina koma xwe ya duyem em xebatên xwe didomînin. Her wiha bi rêvebiriyên xwecihî ve li Amedê, bi AFAD û walîtiyê ve li ser ‘em dikarin çi bikin?’ hevdîtin û xebatên me didomin. Piştî vê erdhêjê biryar hat dayîn ku di hemû şaredariyan de midûriyetên AFAD’ê bên avakirin û hatin avakirin. Em bi wan re jî hevdîtinan dikin.”







