Li Wêranşarê coşa 8'ê Adarê

  • 14:13 23 Sibat 2026
  • Rojane
RIHA - TJA'yê çalakiyên xwe yên herêmî yên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Wêranşarê bi stran û govendêda destpêkirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi meşekê li navçeya Wêranşar a Rihayê dest pê kir. Meşa ku ji ber Birca Saetê ya Wêranşarê dest pê kir, heta Mala Dengbêjan a li navçeyê berdewam kir. Li ber Mala Dengbêjan daxuyaniyek hat dayîn, piştî wê jinan bi stran û govendê kêliyên kêfxweş derbas kirin.
 
Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun, pêşî axivî û girîngiya dîrokî ya 8'ê Adarê tekez kir û . Bedriye Yorgun got, "Wekî ku em dizanin, jin xwîna berxwedanê ne, jin damezrînerên nirxên civakî ne, û jin kirdeyên damezrîner ên têkoşîn û jiyanê ne. Îro, li vir li Wêranşarê, em silavên xwe ji hemû qadên têkoşînê re dişînin."
 
'Jin li qadan e'
 
Piştre, çalakvana TJA'yê Eylem Saruca axivî û diyar kir ku ew ne tenê ji bo bîranîna 8'ê Adarê, lê di heman demê de ji bo avêtina gavekê di têkoşînê de li wir in. Eylem Saruca got, "8ê Adarê ji bo jinên kedkar ên ku li New Yorkê hatin kuştin hate ragihandin, lê em dizanin ku ev 8'ê Adarê ji bo me ji bo bîranîna hemû jinên ku bi zehmetî xebitîne, yên ku berxwedan xurt kirine, ji Sara heta Nagihan, Deniz Poyraz. Em ê 8'ê Adarê bi coş û berxwedanê pêşwazî dikin û têkoşîna xwe didomînin."
 
'Jinên Kurd bi salan e li ber xwe didin'
 
 Parlamentera  DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan ya Rihayê, diyar kir ku ew çalakiyên 8'ê Adarê didin destpêkirin û tekez kir ku ew vê meşê ji bo hemû jinên ku ji bo azadiya jinên Kurd têdikoşin diyarî dikin. Dilan Kunt Ayan got, "Em vê meşê ji Leyla Güven re, ku wekî şaredara vî bajarî xebitî û hîn jî di girtîgehê de li ber xwe dide, diyarî dikin. Em vê meşê ji Ayşe Gökkan a ji Suruçê re ku bi salan e di têkoşîna jinan de pêşeng e, diyarî dikin. Em vê meşê ji Figen Yüksek Dağ re,ku bi salan e kirdeya siyaseta demokratîk e û di girtîgehê de li ber xwe dide, diyarî dikin. Jinên Kurd bi salan e li ber xwe didin; ew ji bo çi li ber xwe didin? Ew ji bo azadiyê li ber xwe didin; ew ji bo çi têdikoşin? Ew li ber xwe didin ji ber ku heke jin azad nebin, civak nikare azad be."