Parêstvana mafên mirovan Afsûn Elîmardîan hat girtin

  • 15:12 25 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta civaka sivil Afsûn Elîmardîan û hevjinê wê Vefa Salehî, hatin girtin û sewqî beşên giştî yên du girtîgehên cuda hatin kirin.
 
Li gorî raporên hatine weşandin, Aktîvîsta civaka sivil Afsûn Elîmardîan û hevjinê wê Vefa Salehî ji 18’ê meha Çileyê ve girtî ne. Afsûn Elîmardîan şandin Girtîgeha Evîn û hevjinê wê jî şandin beşa giştî ya Girtîgeha Mezin a Tehranê.
 
Di raporê de hate diyar kirin ku di dema binçavkirinê de amûrên wan ên elektronîkî û herdu zarokên wan hatine desteserkirin. Di hevdîtina bi malbatê re hate kirin de, hat ragihandin ku Afsûn Elîmardîan şandin Girtîgeha Evîn û hevjinê wê jî şandin beşa giştî ya Girtîgeha Mezin a Tehranê.
 
Çavkaniyên nêzîkî aktîvîstan, diyar kirin ku karûbarên berdana demkî ya bi kefaletê berdewam dikin.
 
Karsaz û aktîvîstek civaka sivil Afsûn Elîmardîan, di sala 1974’an de ji dayik bû û zêdetirî 15 salan di qadên sivîl û civakî de xebat dimeşîne.
 
Her hevjîn, di alîkariya deverên ku ji karesatên xwezayî bandor bûne, karsaziya jinan, piştgiriya zarokên hewcedar û misogerkirina berdana girtiyên bêsûc de rolek çalak lîstin.
 
Her wiha Afsûn Elîmardîan bi rêya koma "Yaran-e Nejat", di nava 9 salan de ji bo berdana zêdetirî 100 girtiyan û ji bo pêkanîna aştî û lihevhatinê xebat meşand.