Li Mexmûrê starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn
- 15:24 25 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê di pêşengtiya Meclîsa Îştar’ê de starta çalakiyên 8’ê Adar’ê dan.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Meclîsa Îştar, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dest bi rêzeçalakiyan dike. Meclîsa Îştar bi daxuyaniyekê starta çalakiyên ji bo 8’ê Adarê da. Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwan Axîn Nerexî ve li pêşiya navenda Meclîsa Îştar’ê hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku 8’ê Adar’ê rol, nasname û vîna jinê ye û hat destnîşan kirin ku ewê vê rojê ne tenê wek bîranînekê, ewê wek encama têkoşîneke mezin a ku dîrok guhertiye pîroz bikin.
Daxuyanî wiha ye:
“Di ser vê tekoşînê de, felsefeya jina azad kirî bingeha civaka azad heye. Wek ku Reber Apo dibêje ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’ ev perspektîf îro li her dera cîhanê bûye dengê jinên ku li diji tarîtiyê serî hildidin. Rêber Apo, bi parastina maf û rumeta jinê, rêyek nû li ber mirovahiyê vekir û jina ku dihat sergirtin, kir pêşenga şoreşê.
Îro keziyê jina Kurd ya ku li hember hemû qirêjiyan li berxwe dide, şer dike û serdikeve bû ye ayeta azadiyê. Ew keziyê bi hêz û berxwedanê hatibû hunandin, îro li seranserê cihanê bi hezaran jin bi dirûşmeya em azadiyê dihunin keziyên xwe çêdikin. Jina Kurd ne tenê ji bo parastina axa xwe keziyan dihunin û şer dike. Ji bo hebûna hemû jin û civakê li hemberî kujerê kastîk biparêze şer dike û qêrina azadiyê bilind dike. Ev qêrin bûye tirsa dilê her kujerê kastîk ya ku kujerê jin û civakê ye. Ji bo wê em di vê 8’ê Adar’ê de, dîsa bi biryardarî û hêza jin dibêjin emê li ser xeta ‘Jin Jiyan Azadî” bimeşin.
Emê keda Rêber Apo ya ji bo azadiya jin, bi serkeftinê tacîdar bikin. Emê bi rihê keziya jina şervan cîhanek wekhev û azad ava bikin. Bi vê boneyê em 8’ê Adar’ê di serî de li Rêber Apo, li hemû jinên berxwedêr û kedkar piroz dikin.
Weke jinên Wargeha Penaber a Mexmûr’ê, bi rast hatina 8’ê Adar’ê hîn bêhtir bilind kirina rihê pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Rojava re statu’ çalakiyên xwe hîn mezintir û bihêztir bikin.”
Çalakiyên Meclîsa Îştar a Mexmûrê yên di çarçoveya hefteya 8’ê Adarê de wiha ne:
"*1’ê Adar wê ji aliyê ciwanan ve rê û kolan werin xemilandin.
* 2’yê Adarê bernameyek ji aliyê YXA ve ji bo xwendevanên Amadeyî were dayin.
* 4’ê Adarê ji aliyê Jineolojiyê ve di derbarê têkoşîna jinan de sempozyumek bê pêkanîn.
* 6’ê Adarê ji aliyê Wexfa Jin ve wê berhemên ku bi destê jinan hatine çêkirin bên pêşandan.
* 7’ê Adarê wê meşek bê lidarxistin.
* 8’ê Adar’ê wê pîrozbahiyek navendî bê li dar xistin."
Daxuyanî bi berz kirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.







