Bi 8’ê Adarê re berbi Civaka Azad û Demokratîk (8)

  • 09:09 27 Sibat 2026
  • Rojane
Xeta ji serhildana Jîna Emînî heta 8’ê Adarê dirêj bûye
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên Rojhilat û Îranê porên xwe birîn, laçikên xwe şewitandin û dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li dîwaran nivîsîn û di 8’ê Adarê de daxwaza peyamaneke civakî ya nû a wekhev û azad mezin kirin.
 
8’ê Adarê ne tenê rojeke;navê têkoşîna azadiya jinan a sedsalan e. Li her çar alî cîhanê jin ji bo mafên herî sereke yên wekê jiyan, azadî, wekhevî û edaletê her roj li ber xwe didin. 8’ê Adarê jî dibe bîra berxwedan û pêşerojê. Li dijî şer, xizanî, tundî û qanûnên serdestiya mêr, jin dibêjin ‘êdî bes e’ û vê rojê ji rojeke pîrozkirinê wêdetir dibînin.
 
Jinên Îran û Rojhilat, yek ji xeleka vê serhildana dîrokî ya herî mezin dihûnin. Ji girtina bi zorê heta polîstiya ahlaqê ji tehdîda darvekirinê heta polîtîkayên netewî-zayendperest, li ser beden û jiyana jinê kontrolkirin tê hedefkirin. Lê pêla zextan, bi rêxistinbûna nû, gotina nû û teşeyê serhildana nû tê pêşwazîkirin.
 
Di vê beşa dosya xwe de em balê dikşînin ser serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî bilind bû.
.
Li Rojhilat û Îranê di salên dawî de li dijî zextên li ser civakê berxwedanek bê navber hat hûnandin. Bi taybet qetilirina jina Kurd Jîna Emînî ya ku di 16’ê îlona 2022’an de ji aliyê polîsên ahlaqê ve hat binçavkirin û qetilkirin, li Rojhilat û Îranê bû qonaxeke nû.
 
Li qadan dirûşmeya jin jiyan azadî deng da
 
Roja ku Jîna Emînî li Seqîzê hat definkirin jinan laçikên xwe şewitandin û dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bgerz kirin. Ev dirûşmeya ku gotinên wê ya tevgera jinên Kurd e li hemû cîhan û welat belav bû. Di meşan de, li qadan, kolanan û  qadên 8’ê Adarê deng da.
 
Peyaman civakî
 
Serhildana ku piştî Jîna Emînî dest pê kir,li dijî hilweşîna neolîberal a li hember gelê Kurd, hemû gelan, xizan, xwendekaran hatiye ferzkirin bilind bû. Ji Tehranê bigirin heta Tebrîzê û heta Şîrazê qad, zanîngeh û tax bi pêşengiya jinan vala neman. Jinan porê xwe birîn, laçikên xwe şewitandin, dirûşma  ‘jin jiyan azadî’ li dîwaran nivîsin.
 
Êrîşên rejîmê
 
Rejîmê ji bo vê serhildana bi pêşengiya jinan hatiye destpêkikirin biçewisîne, girtin, îşkence, darvekirin, texrîbkirina goristanan, ferzkirina îtîrafkirinê û êrîşên kîmyewî yên li dijî dibistanan jî di nav de her cureyê êrîşê xist dewrê. Li seranserê Rojhilat û Îranê bi sedan kes hatin darvekirin, bi hezarna birîndar bûn û bi dehazaran ciwan hatin binçavkirin û girtin.
 
Têkoşîna azadiya jinan hedef hat girtin
 
Siyasetmedar û aktîvîstên jin yên Kurd bi binpêkirinên mafan, xepskirina mafê tenduristî, surgun, tecrîda giran re hatin rû hev. Sazî, komeleyên jinan hatin girtin, parêzer hatin tehdîdkirin. Li dijî vê jinan li ser mecrayên dîjîtal, torên bin erdê xwe gîhandin hev.
 
Tevî van êrîşên giran li Rojhilat û Îranê îradeya ‘şûnde girtina jiyanê’ ya jinan nehat şikandin. Jinan li zanîngeha, fabrîqeyan, taxan, qadên çand û hunerê, çapemeniya dîjîtal xwe rêxistin kirin.
 
Li seranserê cîhanê çalakî
 
Çalakî, kampanyayên  li her çar alî cîhanê pêk hatin, xelaên li seranserê cîhanê haitn dayîn, hem navê Jîna Emînî hem jî jinên pêşengên serhildanê li bîra navneteweyî bicih kir.
 
Hêrsa jinan a bi serhildana Jîna derket holê, tevî zextên rejîmê, darvekirinan bi 2023’an sînor nema. Di 2024’an de jî tevî hemû zextan jinan her tişt red kirin û dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ birin qadên 8’ê Adarê.
 
Planên rejîmê vala hatin derxistin
 
Di 2024’an de plana Noor a polîsên ahlaqê ku bi vê planê ji kamerayan rû dihat naskirin, bi jinan şûnde gav neda avêtin. Jinan li her derê bi berxwedana xwe plan bê bandor hişt vala derxist.
 
di 2025’an de bi krîza aborî ya ku her çû giran bû, li bajarên Rojhilat û Îranê pêla çalakiyên prostetoyî destpê kir û di eniya pêş de dîsa jinan cih girt.  Jin li dijî zem, xizanî, mûçeyên bin sînorê xizaniyê , betaliyê daketin kolanan. Tevî binçavkirin, îşkence, tehdîda darvekirinê jinên Kurd, Beluc, Azerî, Fars tifaq berfireh kirin.
 
8’ê Adarê jî bû zemîna hevdîtina rojevî ya berxwedan û bîrê. Li gelek bajarên Rojhilat û Îranê jin tevî zext û qedexeyan 8’ê Adarê ne tenê wek rojekek jinan, wek rojeke polîtîk xwedî lê derketin.