Hejmara meha adarê ya Newaya Jin derket

  • 09:34 1 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Newaya Jin di hejmara Adarê de giranî da ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û mijarên ronesansa jinê û avakirina civaka demokratîk, bûyerên li Rojava û Rojhilat û nirxandina Rêber Apo ya 8'ê Adara 1987'an weşand.
 
Rojnameya Newaya Jin di hejmara Adarê de 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dosyayeke berfireh pêşwazî kir. Rojnameyê ku tespîta "Berxwedana jinan civaka demokratîk diafirîne" da pêş bi nivîsên ji Kurdistanê û cîhanê rêveçûna heyî ya têkoşîna azadiyê ya jinan, dînamîkên wê yên berxwedanê û qenalên piştevaniya navneteweyî xist rojeva xwe.
 
Di hejmara Adarê de nirxandinên li ser konferansa "Jin paşerojê dihûnin" a li bajarê Bogota yê Kolombiyayê, ronesansa jinê û avakirina civaka demokratîk, rêveberiyên xwecihî yên li Ewropayê û beşdariya jinan a li rêveberiyê weşand. Bûyerên aktûel ên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî di rûpelên rojevê yên rojnameyê de hatin weşandin.
 
Di rûpela forûmê ya vê mehê ya rojnameyê de bi sernavê "Di asta ceribandin-pêşnûmeyê de nêzîkatiyek li pirsgirêka Kurd" nirxandinên Rêber Apo yên 8'ê Adara 1987'an hatte weşandin. Di vê beşê de li ser bingeha azadiya jinê veguherîna civakî, perspektîfa civaka demokratîk û rola dîrokî ya têkoşîna jinê jinûve hate nirxandin.
 
Ji nivîskarên rojnameya Newaya Jin Raperîn Mûnzûr destnîşan kir ku 8'ê Adara 2026'an divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo veguhere referandûmekê ûu got, "Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya jinê."
 
Siyasetmedar Sabahat Tûncel jî bal kişand ser koka dîrokî ya 8'ê Adarê û berxwedana jinan a vê serdemê. Tûncel ragihand ku li herêmê şer û kaos, her wiha êrişên îdeolojîk û siyasî yên li ser destketiyên têkoşîna jinan a şoreşa Rojava dewam dikin û ragihand ku berxwedana jinan a li Rojava, Îran, Rojhilat, Xeze û Tirkiyeyê veguheriye daxwaza "Wekhevî, azadî û jiyaneke dûrî ji tundiyê."
 
Rojnamevan Nezahat Dogan jî bi endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat re hevpeyvînek kir. Di hevpeyvînê de mijarên ronesansa jinê, avakirina civaka demokratîk û hevdîtinên li Îmraliyê bi berfirehî hatin nirxandin.
 
Di rûpelên rojevê de Seval Balci bi Gîzem Erînç Çîftçî re hevpeyvîn kir ku di hilbijartinên xwecihî yên Adara 2026'an de li bajarê Offenbach ê eyaleta Hessen a Elmanyayê namzeta sereke ya Partiya Çep e. Di hevpeyvînê de sînorên avanî yên siyaseta xwecihî, newekheviya ku jin û koçber di siyasetê de lê rast tên û têkoşîna edaleta civakî hatin nirxandin.
 
Di rûpela Jineolojiyê ya rojnameyê de nivîsa Lotus Sevda bi sernavê "Li Abya Yalayê bi zanetiya jinan kombûna li hev" hate weşandin. Ji bo xwendevanên Kurdî jî Jiyan Nûda nivîsek li ser konferansê nivîsî.
 
Di rûpela çandê de ji Komuna Fîlman a Rojava bi Nûpelda Herekol re hevpeyvînek hate weşandin. Herekol bal kişand ser êvajoya êrişê, sekna li qada hunerê û rola sînema şoreşgerî ya ku bi têkoşîna civakî re dibe yek.
 
Di rûpela ekolojiyê de Sûltan Gulsun bi sernavê "Epîstemolojiya Ekofemîsîd" têgeha "Ekofemîsîd" nîqaş kir. Di rûpela cîhanê de jî cih ji têkoşîna jinên li Nepal û Sahrayê re hate dayin.
 
Di rojnameyê de daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê ya li ser bûyerên li Sûriyeyê, veguhestina DAÎŞ'iyan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Başûrê Kurdistanê û Iraqê, daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê yên li dijî Şengal, Gagre û Qendîlê, gefên li ser hebûna civaka Êzidî û Şengalê hate weşandin.
 
Gulan Fehîm protestoyên li Îranê, komkujiyên ku rejîmê kir û bûyerên rojane nirxand. Roza Metîna jî di nivîsa xwe ya bi wesîleya 8'ê Adarê de talankirina keda jinê, komkujiyên jinan û têkoşîna li dijî tundiyê vegot.
 
Di rûpela dawî ya rojnameyê de bîranîna 8 gerîlayên jin ên YJA Starê hate weşandin ku di 4'ê Adara 2012'an de li herêma Dola Kokê ya Qendîlê di bin aşûtê de man ûjiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan gerîlayan Saadet Zeyrek (Rengîn Jînda) bû. Beşek ji rojnivîskên Rengîn Jînda li rûpela dawî ya rojnameyê hate weşandin.
 
Hejmara meha Adarê ya rojnameya Newaya Jin li ser navnîşana newayajin.net dikare bê peydakirin.