Mafê ji zayinê ve, tê: Zimanê dayikê (3)
- 09:20 1 Nîsan 2026
- Dosya
Daxwaza makezagona ji bo axaftina azad a zimanan
Aycan Metîn
WAN - Mamosteya Kurdîgehê Sevîm Keskîn balkişand ser girîngiya zimanê dayikê û got: “Ziman hebûna civakê ye. Civak bê ziman tuneye. Aştî bi peyameke azad, wekhev û bi rûmet pêkan e. Divê destûreke bingehîn ya ku her kes bi azad bi zimanê xwe dikare biaxive hebe.”
Zimanê dayikê yek ji nirxa herî mezin a bîra dîrokî, çand û nasnameya gel e. Lê bi salan e di serî de zimanê Kurdî û gelek ziman tên înkarkirin û tunekirin. Di perwerdehiyê de ziman tê sînorkirin, ziman nayên parastin.
Zimanê dayikê ku ji welidînê tê û nikare bê guhertin, yek ji mafê herî esas yê mirovahiyê ye. Me di vê çarçoveyê de der barê mafê zimanê dayikê de, di qadên cemawerî û jiyanê de çiqas girîng e û encamên zimanên ku ji welidînê tê bi dosya amade kirin. Ji perwergehiyê heta tenduristiyê ji darazê heta hûnerê me ziman di dosyayan de girt dest.
Di vê beşa dosyayê de mamosteya Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Sevîm Keskîn girîngiya zimanê dayikê vegot.
‘Divê zimanê Kurdî bê nasîn’
Sevîm Keskîn balkişand ser girîngiya naskirina zimanê Kurdî û got rêveberiyên herêmî di vî alî de xwedî cihekî girîng e û ev tişt anî ziman: “Divê rêveberiyên herêmî, sazî û dezgeh di qada zimanê Kurdî de xebatan bimeşînin. Ji bo gelê me zimanê xwe fêr bibe divê bên teşwîqkirin. Lê mixabin rêveberiyên herêmî jî polîtîka jî têr nakin. Xebatên ji bo Kurdî tune ne. Heta niha di hinek şaredariyan de qursên Kurdî hatin vekirin lê ev têr nakin. Pergal ji xwe hewl dide Kurdî tune bike, çanda me tune bike. Divê em dest bidin hev û divê di serî de jî şaredarî pêşengiya vê bikin, em bi hev re xebatên ji bo Kurdî bimeşînin.”
‘Divê em bixwe bikin’
Sevîm Keskîn balkişand ser polîtîkayên înkarê yên bi salan e li ser Kurdî tên meşandinê û wiha bi lêv kir: “Divê teşeyê rêveberiya pergalê biguhere. Em ji vê pergalê tiştekî napên. J iber zimanê me înkar dike. Li vî welatî demokrasî hebûna wê li vî welatî perwerdehiya bi zimanê Kurdî jî hebûya. Pergal me qedexe dike. Divê em li gorî şertên xwe hinek tiştan fêr bibin. Li vî welatî pirsgirêka me ya herî mezin ya ziman e. Li dibistan û zanîngehan perwerdehiya bi zimanê dayikê tuneye. Kurdî her diçe tune dibe. Divê Kurdî demildest di perwerdehiyê de cih bigire. Pirsgirêka herî mezin ev e ku ciwanên Kurd zimanê xwe nizanin.”
‘Divê destûreke bingehîn a em dikarin zimanê xwe biaxivin bê avakirin’
Sevîm Keskîn da zanîn ku şert e ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û wiha bi lêv kir: “Kurdî di bin xetereyeke mezin de ye. Divê destûreke bingehîn ya hemû zimanan dihewîne hebe. Encax wisa zimanê me bikare bê parastin. Pewerdehiya bi zimanê dayikê ewil di malbatê de destpê dike. Berpirsyariya mezin dikeve ser milê malbatê. Divê malbat li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê bibin xwedî helwest. Zimanê Kurdî duyemîn zimanê ku herî zêde li welat tê axaftinê ye. Gelo ev ziman çima tê qedexekirin? Di rapora komîsyonê de jî zimanê dayikê kêm hatiye dîtin. Ziman hebûna civakê ye. Civaka bê ziman tuneye. Li cihê demokrasî tunebe aştî jî ne pêkan e. Bi kurtasî aştî bi wekhevî û demokrasiyê pêkan e.”








