Li Îranê darvekirin zêde dibin

  • 11:33 13 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku li Îranê di sala 2025’an de herî kêm 1639 kes hatine darvekirin. Rêxistinên mafên mirovan, dan xuyakirin ku ev hejmar di nava deh salên dawî de asta herî bilind e û got ku dibe ev hejmar bêhtir be.
 
Li gorî daxuyaniya hevpar a Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (Iran Human Rights- IHR) û Li Dijî Cezayên Darvekirinê Em Tev bi Hev re ne (Ensemble contre la peine de mort), hejmara darvekirinan a sala 2025’an li gorî sala bihurî ji sedî 68 zêdetir bûye û gihîşt 1639. Ev hejmar bi navînî tê wateya rojê 4 kes hatine darvekirin û ji sala 1989’an û vir ve wekî asta herî bilind tê dîtin.
 
Herî kêm 48 jin hatine darvekirin
 
Li gorî raporê, 48 jin hatine darvekirin, ku ev hejmar di 20 salên dawî de hejmara herî zêde ye. Rêxistinên mafên mirovan, dibêjin ku darvekirin ji bo zextên siyasî û kontrola civakî têne bikar anîn.
 
Rêveberê IHR’ê, diyar kir ku rayedar hewl didin bi avakirina hewira tirsê xwepêşandanan bitepisînin.
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, jî diyar dike ku Îran li gorî nifûsa xwe yek ji wan welatan e ku hejmara herî zêde ya darvekirinan lê heye.
 
Çalakvan di bin xeterê de ne
 
Li gorî di raporê de hatiye diyar kirin, bi sedan kesên ku di destpêka sala 2026’an de beşdarî xwepêşandanan bûne, hîna jî di nava xetereya darvekirinê de ne. Hat gotin ku ev xwepêşandan bi awayekî hovane hate çewisandin, bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî hatin binçavkirin.
 
Hate gotin ku Kurd û Belûc di nav kesên ku hatine darvekirin de zêde ne. Hat ragihandin ku nêzîkî nîvê darvekirinan bi sûcên madeyên hişber ve girêdayî bûn. Hejmareke cidî ji jinan bi tohmeta kuştina mêr an jî hevserên xwe hatine darvekirin.
 
Rêxistinên mafên mirovan, da zanîn ku di krîza heyî de darvekirin dikarin zêde bibin û bang li civaka navneteweyî kirin ku nerazîbûn nîşan bidin.