Li Sûdanê li dijî rojnamevanan 673 binpêkirin çêbûne

  • 12:02 3 Mijdar 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê teqez kir ku ji destpêka şer û pevçûnên 25'ê Nîsanê 2023'yan ve xebatkarên medyayê bi binpêkirinan re rûbirû ne. Sendîkayê 673 binpêkirinên li dijî rojnamevanan belge kir.
 
Di daxuyaniya ku duh hat belavkirin de Sendîkayê Rojnamevanên Sûdanê ragihand ku ji 15’ê Nîsana 2023’yan heta 30’yê Hezîrana 2026’an, 673 binpêkirin hatine belgekirin. Ev binpêkirin; kuştina 34 rojnamevanan (jin û mêr), 116 bûyerên girtin, binçavkirina kêfî û windakirina bi darê zorê, 120 bûyerên gef û gotara nefretê û 34 bûyerên gulebaran û armancgirtina rasterast in. Her wiha êrîşên fizîkî, talankirina malan, derxistina ji kar û binpêkirinên saziyî û yên derveyî sînor jî di nav van daneyan de ne.
 
'Dozên rojnamevanên ku hatine windakirin hewceyî gavên lezgîn in'
 
Sendîkayê bal kişand ser dosyaya rojnamevanên ku bi darê zorê hatine windakirin yek ji dosyayên herî metirsîdar e û daxwaza gavên lezgîn kir. Hat ragihandin ku 5 bûyerên windakirina bi darê zorê û çendîn girtin û binçavkirin di herêmên di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de hatine belgekirin. Ji aliyê din ve, derbarê rewşa binçavkiriyan a li herêmên di bin kontrola Artêşa Sudanê de agahiyên berfireh di destan de nînin.
 
Her wiha hat diyarkirin ku 64 dozên şopandina dadwerî hatine tomarkirin. Di heman demê de 47 rojnamevan û saziyên ragihandinê li gorî "Qanûna Sûcên Agahdariyê" bi giliyên yasayî re rûbirû mane, ku di encamê de 18 rojnamevan wek "tawanbarên revok" hatine îlankirin.
 
Daxwazên sendîkayê
 
Sendîkaya Rojnamevanên Sudanî daxwaz kir ku derbarê kuştin, armancgirtin û birîndarkirina rojnamevanan de lêpirsînên serbixwe û zelal bêne vekirin, hemû berpirsiyar bêne darizandin û nehêlin sûcdar bê ceza bimînin. Her wiha daxwaza eşkerekirina bilez a çarenûsa rojnamevanên windakirî, misogerkirina ewlehiya wan û serbestberdana wan hat kirin.
 
Banga rawestandina binpêkirinên li dijî rojnamevanan
 
Sendîkayê bang li hemû aliyan kir ku girtin, doz û misogeriyên dadwerî yên ku rojnamevanan ji ber kar û ramanên wan dikin armanc, bên rawestandin. Hat daxwazkirin ku zagonên tengker ên li ser azadiya çapemeniyê, bên guhertin an betalkirin. Bikaranîna Yasaya Sûcên Agahdariyê û yasayên rewşa awarte ku ji bo bêdengkirina çapemeniyê tên bikaranîn, bisekinin.