3'yê Gulana 2017'an: Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ava bû

  • 09:05 3 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Di 3'yê gulana 2017'an de Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê avakirina xwe îlan kir. Jinên rojnameger ji bo bi têkoşîna rêxistinkirî ji bo li dijî zihniyeta mêr, zextên dewletê bibin bersiv hatin gel hevdu û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ava kirin. Platform binpêkirina mafên rojnamegerên jin dike rapor û alîkariyên hiqûqî dike.  
 
Di daxuyaniya Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê de wiha hat gotin:"Di navenda xebatên me de jin cihên xwe digirin. Newekheviya li jinan tên kirin di qada rojnamgeriyê de jî pêk tê. Di navenda platforma me ya piştgiriya xwe ji piştevaniya jinê digire de jin cihên xwe digirin."
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1898: Aktivîsta mafên sîvîl û perwerdekar a Emerîkayî Septima Clark ji dayik bû. Septimaya ku bavê wê koleyên berê bû li dibistanên ji bo reşikan hatibû vekirin xwend û ji yekem mamosteyên wir bû. Wê ji bo xwendinê gelek cih vekirin. Gelek mirovan ji bo wê gotin "Dayika serhildanê","Mamosteya azadiyê".
 
1919: Li  eyaletên Atlanta û Georgia yên ABD'ê di hilbijartinên şaredariyê de mafê dengdayinê tenê ji bo jinên spî hat dayin. 
 
1930: Zimanzan, psikanalist, filozof a Fransizî  Luce Irigaray  ji dayik bû. 
 
1937: Margaret Mitchell bi romana xwe ya bi navê Wekî Ba Derbas bû Xelata Pulitzer girt. 
 
1967: Li Komara Kongoya Demokratîk bi navê xwe yê wê demê (Komara Kongoyê) jinan mafên xwe yên bikaranîna deng bi dest xistin. 
 
1987: Stranbêj Dalida ya Fransizî ya bi eslê xwe ji Îtalyanê dawî li jiyana xwe anî. Dalidayê 55 carî Plaka Zêr girtibû. 
 
2004: 32 saziyên jinan daxuyanî dan û diyar kir ku li gor Peymana CEDAW'ê divê dewlet pêşiyê li her cihêkariya li dijî jinan bigire. 
 
2008: Li Amedê bi dirûşma "Em Siberojê ji nû ve Dinivîsin" Konferansa Jinê ya Rêveberên Xweser ya Navneteweyî civiya. TAREM, Weqfa Rosa Luksemburg, Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) bi hev re konferansa du rojî dewam kir pêk anîn. Ji ABD, Îngilistan, Swêd, Swîsre, Polonya, Fransa, Elmanya, Rûsyayê û ji gelek bajarên Tirkiyeyê gelek jin beşdarî konferansa li Şaredariya Rezanê pêk hat, bûn.