Çapemeniya muxalîf çima li dijî şerê taybet bêdeng dimîne?

  • 10:33 29 Îlon 2024
  • Medya Kritîk
Rozerîn Gultekîn 
 
STENBOL - Çapemeniya muxalîf ku li dijî talan, kuştinên li Kurdistanê bêdeng dimîne vê carê jî li dijî çeteya fuhuşê bêdeng ma û ev jî bû sedema niqaşan.
 
Çeteya  ku di pêşengiya jina bi navê Ayşegul Akdogan de hatiye avakirin û ji AKP'yiyan pêk tê, jinên ciwan neçarî tiryak û fuhuşê dike. Çetya di pêşengiya Ayşegulê de ku li navçeya Gever a Colemêrgê û li navenda wê hatiye avakirin dema ku jinên ciwan lê gilî dikin jî ji aliyê dozger ve zext li wan tê kirin ku giliyê xwe paşve bikişînin. Di rojên borî de derbarê vê çeteyê de bi ser navê nûçeya bi sernavê "Li Colemêrgê şerê taybet" mohra xwe li rojevê dabû. Sedema ku nûçe bû rojev jî ew bû ku rojnamevana nûçe çêkir hedef hat nîşandan û bi ser mala wê de hat giritn. Em ê niha hinekî balê bikişînin pêvajoya ku nûçe kir rojevê û rola çapemeniya muxalîf. 
 
Çi bû sedem ku çapemeniya muxalefetê vê nûçeyê nebîne?
 
Piştî nûçeyê 3 roj şûnde nûçe nehatibû rojevê jî, bi serdegirtina polîsan re beşên din ên civakî jî mudaxeleyî bûyerê hatin kirin. Ger di nava 3 rojên ku nûçe hatin weşandin de raya giştî bihata avakirin, belkî ji bo mijara ku di nûçeyê de cih girtibû rêyek encamgirtir bihata dîtin. Gelo çi bû sedem ku civak û çapemeniya muxalîf vê nûçeyê nebîne? Gelo ji ber ku bûyer li Kurdistanê qewimî ye?, An jî xwedûrgitina ji gotina şerê taybet  bû?  Saziyên çapemeniyê ku hedefnîşandana nûçegîhanê girtin rojeva xwe çima çeteyên li colemêrgê nekirin rojeva xwe? Herçend ku êrîşên polîsan nûçe rojevî kirin jî piştî êrîşê nûçe dîsa ji rojevê ket û hat jibîrkirin. Çawa ku polîsan bi ser mala nûegîhanê de girtin û bi hinceta ku biryara lêgerînê heye xwestin nûçegîhanê çavtirsandî bikin lê bi xwedîderketina li nûçegîhanê re paşve gav avêtin, wê çapemeniya azad jî bêyî ku guh bide, çapemeniya muxalîf û alîgiran wê bi derxistina holê ya heqîqetê û bi vegotina şerê taybet wê bi wan gavê bide avêtin. 
 
Li dijî bûyerên li Kurdiatanê medyaya mûxalîf bêdeng e
 
Rojnamegerên ku ne tenê li hemberî nûçeyên li ser çeteyên fuhûşê yên li Colemêrgê, li ser talan, wêrankirin û kuştinên li Kurdistanê jî ku hewl didin rojnamegertiya muxalîf bikin, erka xwe ya rojnamegeriyê pêk naynin. Çapemeniya muxalîf  heta ku li gorî poleriya nûçeyê tevbigere û guh nede naveroka nûçeyê wê ne bi nûçeyên ku çêdike bi nûçeyên ku çavên xwe ji wan re digire wê bibe hedefa rexneyan.
 
Bêdengî şerê taybet gûr dike
 
Ev tiştên hatin jiyên mînaka herî zelal e ku siyaseta şerê taybet li Kurdistanê berdewam dike. Bêdengî şerê taybet gûr dike. Ev bêdengiya çapemeniya muxalîf ne nû ye. Rojnamevanên ji kevneşopiya çapemeniya azad tevî zext û gefên binçavkirinê rastiyan derdixin holê. Çapemeniya mûxalîf jî di çêkirina nûçeyên bê bingeh de israr dike.   Çapemeniya  mûxalîf di nûçeya xwe yên der barê çeteya fuhuşê ya li Colemêrgê de jî bi vê helwesta xwe di polê de ma û xwest tişta li piştî vê nûçeya derbarê fuhşê ya li Colemêrgê veşêre.  Mînak Narîn Gûran a ku li Amedê hat windakirin û piştre hat qetilkirin, li seranserê welat raya giştî afirand, lê li vir jî çapemeniya desthilatdar bi nûçeyên xwe dîsa rojev berovajî kir û veşart ku di encamê de jin û zarok li Kurdistanê bi çi re rûbirû ne. Ev jî dibe sedeam niqaşên ku çapemeniya muxalîf çiqasî muxalîf e.