Çapemeniya alîgir nenivîse jî: Komplo vala hat derxistin

  • 09:03 16 Sibat 2025
  • Medya Kritîk
Nazlican Nujîn Yildiz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Roja Reş ya Gelê Kurd. Di ser komploya navneteweyîya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de 26 sal derbas bû. Yekane heqîqeta neguheriye bi berxwedanê komplo vala derketiye. Çapemeniya alîgir ya ku 26 sal berê got "Operasyona mezin", dikare bê gotin ku gihiştiye armanca xwe?
 
Di ser komploya navneteweyîya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de 26 sal der bas bû. Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê bi komployê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de radestê Tirkiyeyê hat kirin. Lê Abdullah ocalan bi berxwedana xwe ya li Îmraliyê komplo vala derxist û ev her tim anî ziman. Abdullah Ocalan bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 26 sale tevî şertên tecrîda giran, Abdullah Ocalan komplo vala derxist. Ji wê dîrokê şûnde çapemeniya alîgir komplo çawa derxist pêş divê mirov li wê binêrin. Çapemeniya alîgir manîpulasyonên xwe her pêvajoyê de kirin.
 
Rojnameya Mîlliyetê di 17’ê Sibata 1999’an de di nûçeya "Operasyona mezin' anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Naîrobî ya Kenyayê bi operasyona hevpar bi balafirê teslîmê Tirkiyeyê kirin, bicih kir. Di nûçeyê de wiha dihat gotin: “Abdullah Ocalan ê ku ji aliyê hemû welatan ve nehat qebûlkirin, ji Balafirgeha Atînayê, berê wî dan Kenyayê. Lê belê CIA ku piştî êrîşa sala borî ya li ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Nairobî li Kenyayê bi hûrbînî şopand, der barê hatina Ocalan de yekser hat agahdarkirin.” Ya esas ev bû ku Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî re rû bi rû mabû. 
Helbet medyaya sereke wê vê yekê ne weke komployekê, weke "operasyona mezin" a MÎT û Serfermandariya Giştî bi nav bike. Jixwe, texmîna ku wê her tişt bi anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê biqede, diviyabû li ser esasê “serkeftinekê” bûya. Lê Gelê Kurd ku dizane komplo gav bi gav hate kirin, wê komploya qebûl neke û bêje "Abdullah Ocalan vîna min e". 
 
Çapemeniya alîgir  di nûçeyeke xwe de diyar kiribû ku komploya 15’ê Sibatê komployeke navneteweyî ye. Weke ku em ji nûçeya Haberturkê ya 18’ê Sibata 1999’an jî fêm dikin, daxuyaniyên di nûçeyê de wiha ne: “Rêveberê payebilind ê ku di nav kesên ku ji serî heta dawî operasyona bi navê Abdullah Ocalan organîze kiribûn de wiha dest pê dike: “Abdullah Ocalan 5 rojan di destê me de bû. Heger me bixwesta me ê 5 roj berê bihatana... Çima 5 rojan li bendê man jî wiha vedibêje: Em li bendê bûn ku pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk bê pirsgirêk çareser bibin."
 
Rojnameyên ku nikaribûn binivîsin
 
Di nûçeyên wê demê de dihat gotin ku Tirkiyeyê îmze avêtiye serkeftinek mezin û rojnameyên ku ev nûçe têde cih digirtin. Lê li gorî nûçeyan partiyên siyasî digotin "Ev ne karê partiyê ye yê dewletê ye". Lê di rastiyê de wisa bû. Di nûçeya rojnameya Huriyetê de wiha dihat gotin: “Tê gotin ku ew di wê baweriyê de ne ku DSP dê di hilbijartinan de dengekî mezin bigire û wiha îdia dike: Dengên me dê di 18'ê Nîsanê de bibe ji sedî 30. Pehlîvanan dibîne û dibe odeya xwe û hikûmeta DSP'ê pîroz kirin. Piştî axaftina bi pehlevanan re wiha dibêje: Di encama hilbijartinê de dê 4 partî bikevin meclîsê. Di bin serokatiya DSP de koalîsyonek dualî tê avakirin. Du partî di muxalefetê de mane. Girtina Ocalan hêzeke din dide DSP a ku ji niha ve zêde dibe. ANAP jî para xwe ji vê digire. Ya rastî Serfermandariya Giştî û MÎT'ê ye ku ji Sûriyeyê dest pê kir, Ocalan gav bi gav heta Kenyayê şopand û anî Tirkiyeyê.”
 
Ji nûçeyan tê fêmkirin ku derdê desthilatdariyê ne çareseriya pirsgirêka Kurde, çawa desthilatdariyê di destê xew bigire ye.
 
Rastiya 'Roja reş dikare bê’ înkarkirin?
 
Piştî anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Gelê Kurd 15’ê Sibatê wek roja reş îlan kir. Li dijî komployê çalakiyên cur bi cur pêk hatin. Çapemeniya alîgir li dijî van çalakiyan jî rastî berovajî kirin û nefreta xwe li gelê Kurd barandin. Huriyetê di 13’yê Sibata 2006’an de  di nûçeya ‘li Başurê Rojhilat alarma 15’ê Sibatê’ de got: “Rêxistina terorê ji gel xwest ji malên xwe dernekevin, kargeriyan venekirin û neçin dibistanê’. Piştî vê nûçeyê yekane tişt tê fêmikirin. 
 
Înkarkirina ‘Roja reş’ bi tedbîrên ewlehiyê pêkane gelo?
 
Çapemeniya alîgir di gelek nûçeyên xwe de gelê ku roja reş 15’ê Sibatê şermezar dikir wek ‘terorîst’ bin av kirin. Çepemeniya alîgir komploya navneteweyî veguhert ‘provakasyona 15’ê Sibatê’. Em dikarin bêjin ku îro ev rewş veguhestiye qonaxek nû. Me gotibû ku israra di neçareseriya pirsgirêka Kurd de tu tiştekî bi desthilatdariyê nade qezenckirin.
 
Serkeftina esas valaderxistina komployê ye
 
Li dijî hemû hewldanên çapemeniya desthilatdariyê Gelê Kurd li dijî komployê bi "Hûn nikarin roja me tarî bikin" û "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî" têkoşîn meşand. Çapemeniya alîgir ya ku ev ji nedîtîve hat, tişta ku dipa bidest nexist. Serkeftina esas valaderxistina komployê bû.