Endamên heyeta ji bo Îmraliyê serlêdan kirin: Çi ji destê me bê em ê bikin

  • 09:05 5 Kanûn 2024
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Parlamentera Tifaqa Kesk a Çep a Îtalyayê Francesca Ghrîrra û rêvebera Koma Piştevaniya Kurd a Partiya Sor a Norveçê Anne Kulseng Berg ku bi daxwaza bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan, diyar kirin ku rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de girîng e û peyama ji bo azadiya Abdullah Ocalan çi hewce bike wê bikin dan.
 
Li dijî tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li her qadê têkoşîn tê meşandin. Yek ji van xebatan jî  ya heyeteke navneteweyî ya ji parlamenter, rojnameger û nûnerên partiyên siyasî pêk tê ye. Heyetê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî Wezareta Dadê da. Heyet di 2’yê Kanûnê de hat Tirkiyeyê û çû serdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Buroya Hiqûqê ya Asrin. Heyet di 3’yê Kanûnê de jî bi parlamenterên DEM Partiyê re li Enqereyê hatin gel hev. Piştî hevdîtinan heyetê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.
 
‘Ji bo azadiya Birêz Ocalan em ê her tiştî bikin’
 
Parlamentera Tifaqa Kesk a Çep a Îtalyayê Francesca Ghrîrra da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dîtina riyeke aştiyane girînge û wiha domand: “Hêviya me ev e ku Birêz Ocalan demildest azad bibe. Tecrîdkirina Birêz Ocalan di alî mafê mirovan de tiştekî bi xof e. Tevî vê tecrîda giran a bi salane didome, hîna ji bo aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd dinivîse û difikire. Hêvîdarim di encama vê de çaerseriya pirsgirêka Kurd pêk bê. Bi rastî ez fêm nakim ku Birêz Ocalan çima bi salane di bin tecrîdê de ye. Ji ber fikrên xwe li wir e, ji ber her tim dibêje wê aştî pêk bê. Rewşa girtîgehên Îtalyayê jî nebaşin. Mafê mirovan li wir jî tune ne. Lê rewşa Birêz Ocalan pir cudaye û mînakek din ya wisa tuneye. Hêvîdarim Îtalya ji bo bidawîbûna êşên gelê Kurd bibe alîkar. Mafê her kesî heye ku bi aştiyane bijîn. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, ji bo bidawîbûna tecrîdê çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
‘Abdullah Ocalan xwedî hêza ku gelek kesî bîne gel hev e’
 
Rêvebera Koma Piştevaniya Kurd a Partiya Sor a Norveçê û ji tevgera femînîst a Norveçê Anne Kulseng Berg jî daxuyakirin ku li Norveçê bi gelek rêxistinên jinan ên Kurd re xebatan dimeşînin û ji bo tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bibînin hatine vir. Anne Kulseng Berg wiha anî ziman: “Tecrîd mezine û wek pisgirêkek mezin li pêş me ye. Tecrîdkirina Birêz Ocalan fêmkirin, li gorî min gelek girîng e. Bi qasî em dibînin, ji bo Kurdên Tirkiye, Sûriye û Îranê tecrîd pirsgirêkek mezin e. Abdullah Ocalan xwedî hêzeke ku gelek mirovan bîne gel hev e. Piştî vegerim tişta ku ewil bikim divê em divê mijarê de bi Baroya Norveçê re hevkariyê bikin. Tecrîdê ji nîqaşê re vebikin.”
 
Jîneolojî îdeolojiyek xurt e 
 
Anne Kulseng Berg wiha dawî lê anî: “Min paradîgma Abdullah Ocalan cara ewil di konferanseke li Osloyê de fêr kir. Jîneolojiyê  bandorek mezin li ser min kir. Ev îdeolojiyek gelek xurt bû. Bi femînîzmê re gelek nokteyên wê yên hevpar hebûn. Avakirina akademiyan û pêşxistina vê gelek girîng bû. Swîstreyê, Stockholê akademiyek heye. Vê dizanim. Li gorî min divê yek li Norveçê jî bê vekirin.Jîneolojî îdeolojiyek xurt e. Ji ber vê serdanê jî gelek kêfxweş im.”