Hunermend Ayfer Duzdaş: Ji bo hunermenda berpirsiyariyek mezin e

  • 09:03 12 Tebax 2026
  • Çand û Huner
 
Buşra Turan
 
BEDLÎS - Hunermend Ayfer Duzdaş ku di mîhrîcana Tetwanê de cih girt, balkişands er polîtîkayên asîmîasyonê û da zanîn ku ji bo parastina çand û mîrateyê berpirsyariyek mezin dikeve ser milê hûnermandan.
 
Di 58’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ya îsal de parastina mîrateya çandî û  avakiririna aştiyê derket pêş. Yek ji hûnermendên di bernameya mîhrîcanê de cih girt Ayfer Duzdaş bû.  Ayfer Duzdaş der barê xebatên xwe de ji ajansa me re axivî.
 
Ayfer Duzdaş da zanîn ku ew bi sedalan e di qada Muzîka Kurdî Elewiyan de xebatan dimeşîne  û bi giranî li ser xebatên berhevkirinê disekine û bi sedan gund ziyaretkirine û klaman dikin bin qeydan. Ayfer Duzdaş wiha anî ziman: “Nêzî 30 salan e li ser muzîka Kurdî û Elewiyan dixebitim. Ji strandinê wêdetir di mutbexa kar de cih digirinm. Bi salane em li gundan  digerin û klaman berhev dikin. Ji Çorumê heta Cizîrê li bi sedan gundî geriyam. Em klamên ku kes nizanin dikin arşîvê. Ev ji bo me gelek bi nirx e.”
 
‘Divê em xwedî li nirxên xwe derkevin’
 
Ayfer Duzdaş daxuyakirin ku muzîka Kurdî bi salan e bi polîtîkayên asîmîlasyonê re hatiye rû hev û wiha bi lêv kir: “Ji bo mîrateya çandî bê parastin û bigihêje nifşên peşerojê xebatên berhevkirinê gekek girîngin. Ez vê bi taybet bêjim, muzîka Kurdî bi salan bi polîtîkayên asîmîlasyonê re hat rû hev. Çanda turk,, nasnameya Kurd tune hat hesibandin. Divê em xwedî li nirxên xwe derkevin û çanda xwe ragihînin pêşerojê.”
 
‘Divê aştiya civakî demildest pêk bê’
 
Ayfer Duşdaş pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî nirxand û got aştiya civakî wê bandorek erênî li ser hemû kesî bike û divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê. Ayfer Duşdaş ev tişt anî ziman: “Ev pêvajo wê bandorê li ser hemû kesî bike. Ez pêvajoyê gelek bi nirx dibînim. Divê hemû aliyên civakê,  hûnermend  berpirsyariya xwe bînin cih. Berpirsyariyek mezin dikeve ser milê me.Ez di qada hûnerê de banga yekitî û piştevaniyê dikim. Divê em hev hembêz bikin û pirsgirêkê bi hev re çareser bikin.”