YSK: Tu rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me
- 18:16 14 Gulan 2023
 - Ramyarî
 
	ENQERE - Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku hilbijartin bi encam bûye û got: “Heta niha tiştek neyînî negihîştiye ber desteya me.” 
	Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener têkildarî hilbijartinan daxuyanî da. Ahmet Yener da zanîn ku Hilbijartinên Serokkomariyê û Heyama 28’emîn a Parlamenteriyê ya Giştî bi encam bûne û got: “Heta niha tiştek û rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me.” 
	Ahmet Yener diyar kir ku di dema dengdayînê de muşahidek partiyekî û du welatî krîza dil kirine û jiyana xwe ji dest dane. 
				
				
				
				
				
				





