Li gundê Selmanê hevdîtina 25’ê Mijdarê

  • 18:00 4 Mijdar 2025
  • Rojane
AMED -  Meclîsa Jinan a Şaredariya Erxeniyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî de li gundê Selmanê bi jinan re hat gel hev û banga piştevanî û têkoşîna hevpar kir.
 
 Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî de hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberiya jinan a DBP’ê ya navçeyê û rêveberiya jinan a DEM partî ya navçeyê li gundê Selmanê bi jinan re hatin gel hev.
 
Hevşaredar Bîrsen Azak di hevdîtinê de axivî û da zanîn ku divê jin bên gel hev, hev guhdarî bikin û xwedî li hev derkevin. Bîrsen Azak Bayar balkişand ser 25’ê Mijdarê û daxuyand ku divê hemû jin bi hev re têkoşîna xwe bimeşînin.
 
Jinan di gelek mijaran de dan û standina nêrîn kirin.