Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî tecrîdê daxuyanî da
- 18:24 14 Gulan 2023
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û sûcên dewleta tirk û komên girêdayî wê li dijî zarokan û jinan li herêmên dagirkirî xwepêşandanek li dar xist.
	Xwepêşandan li rex Çerxerêya Mîzan a Minbicê li dar ket. Di xwepêşandanê de endamên yekitiyê, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, partî, meclis, rûspî, rêxistinên civaka sivîl û Komîteya Ciwan û Werzîşê hazir bûn.
	Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Duha El Ehmed daxuyanî da û got: "Em ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û kiryarên terorîst ên li dijî jinan û zarokan li Efrînê li vir kom bûne. Di vê dawiyê de sûcên dermirovî û derexlaqî zêde bûn."
	Duha diyar kir ku tecrîd berdewamiya komployên li dijî gelên Rojhilata Navîn e.
	Her wiha Duha destnîşan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û têkbirina zulm û koletiyê  dê têkoşînê bidomînin û soza şopandina rêya cangoriyan da.
				
				
				
				
				
				





