Ji bilî Hamdullah Bayram hemû rojnameger hatin tahliyekirin
- 19:40 16 Gulan 2023
 - Rojane
 
	ENQERE - Heyeta dadgehê di doza ku rojnameger jê dihatin darizandin, biryar da û ji bilî Hamdullah Bayram biryara tahliyeya hemû rojnamegeran da.
	Di çarçoveya lêpirsîna k udi 25’ê Cotmehê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû meşandin  de  Midûra Karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamya Dîren Yurtsever, nûçegîhan Selman Guzelyuz, Denîz Nalim, Berîvan Altan,Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî û Zemo Aggoz Mehmet Gunhan yên negirtî dihatin darizandin û nûçegîhana JINNEWS’ê Habîbe Eren, Oznur Deger di 29’ê cotmehê de hatibûn girtin û nûçegîhanê Yenî Yaşam Hamdullah Bayram yê di 20’ê Adarê de hatibû girtin û runiştina wan ya yekemîn li Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê hat dîtin.
	Heyeta dadgehê piştî navbera ku daye, ji bilî Hamdullah Bayram, biryara tahliyeya hemû rojnamegeran da.
				
				
				
				
				
				





