'Hewce bi 29 hezar û 109 muşahîdî heye’
- 18:54 18 Gulan 2023
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî lîsteya ku Oy ve Otesî bajar bi bajar parvekiriye ji bo hilbijartina tura duyemîn ya di 28’ê Gulanê de pêk hatiye hewce bi 29 hezar û 109 muşahîdî heye.
	Komeleya Oy ve Otesî, li ser hesabê çapemeniya civakî lîsteya hewcedariya hejmara muşahidan a ji bo hilbijartina 28’ê Gulanê de pêk tê aşkera kir.
	Oy ve Otesî di daxuyaniyê de bajar bi bajar hewcedarî aşkera kir û got bajarê herî zêde muşahîd lê heye bi 3 hezar û 52’an konyaye û li Dêrsîmê jî hewce bi 218 muşahîdan heye.
	Her wiha li gorî daxuyaniyê hewce bi 29 hezar û 109 muşahîdî heye.
				
				
				
				
				
				





