YSK’ê serlêdana îtîraza AKP’ê ya Colemêrgê red kir
- 22:33 18 Gulan 2023
 - Rojane
 
	COLEMÊRG - Li Colemêrgê AKP’ê  der barê encamên sindoqan  li lijneyên hilbijartinê yên navend û navçeyan îtîraz kiribû û îtîraz hatibûn redkirin. Piştre serî li YSK’ê da û ev jî hat redkirin. Partiyiyan serkeftin bi govendê pîroz kir.
	Li Colemêrgê di hilbijartinên parlamenteriyê de Partiya Çep a Kesk 95 hezar û 810 deng yanî ji sedî 62.45 deng girt; AKP’ê 31 hezar û 644 deng ji sedî 20.23, CHP’ê 11 hezar û 86 deng ji sedî 7.25 deng girt. Partiya Çep a Kesk bi vê encamê sê parlamenter derxist lê AKP’ê îtîraz li ser îtîrazan kir.  AKP’ê ji bo parlamenterekî derxe hemû derfet seferber kir.  AKP’ê serî li lijneyên hilbijartinê yên navend û navçeyan dan û hatin redkirin. Serlêdana AKP’ê ya ji bo YSK’ê jî hat redkirin.
	Rêxistinên Partiya Çep a Kesk, HDP û DBP’ê yên Colemêrgê ev serkeftin bi govendê pîroz kir.
				
				
				
				
				
				





