Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 7 hezar broşûr hatin belavkirin
- 16:09 23 Gulan 2023
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Li kantona Şehbayê di çarçoveya daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, 7 hezar broşûr hatin belavkirin.
	Kongreya Star û Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Efrîn û Şehbayê di 20'ê Gulanê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, dest bi belavkirina broşûran kiribû.
	Di 4 rojan de li navçeyên Ehdas, Fafîn, Til Rifet, kampên Serdem û Berxwedan ên li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê 7 hezar broşûr hatin belavkirin.
	Di roja çaremîn û dawîn de, li navçeya Til Rifetê û saziyên sivîl zêdetirî 2 hezar û 300 broşûr hatin belavkirin.
	Di broşûran de gotinên Abdullah Ocalan ên têkildarî azadî, demokrasî û azadiya jinan de hatine bicihkirin.
	Dihat payîn ku bidawîkirina vê xebatê bi meşekê were ragihadin, lê meş heta demek nediyar hat taloqkirin.

				
				
				
				
				





