Malbatek hat binçavkirin
- 15:36 24 Gulan 2023
 - Rojane
 
	MÊRDÎN - Serokê DÎSK/Genel Îş'ê yê Şaxa Mêrdînê Rahmî Güneş û malbata xwe hatin binçavkirin.  
	Bi ser mala Serokê Şaxa Genel Îş a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Mêrdînê Rahmî Guneş û malbata wî de hate girtin. Di serdegirtinê de Rahmî Guneş, hevjîna wî Şukran Guneş, birayê wî Alî Guneş, zarokên Alî Guneş ên bi navên Dilbirîn û Îsmaîl Guneş hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku Rahmî û malbata wî bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” tên sûcdarkirin.
	Malbata Guneş birin Qereqola Jendirmeyan a Pinardereyê.
	Kesek serbest berdan
	Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî Merve Oguz a ku di serdegirtinên malan de hat binçavkirin piştî îfadeya xwe da serbest hat berdan.
	Dê bibin Amedê
	Ciwanên bi navên Ramazan, Agît û Heja (xwişk û bira ne), Hêvîdar û Bêrîvan Taş (xwişkên hev in) Firat Akar û Rojhat Aktaş di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li navçeya Artukluyê hatibûn binçavkirin. Hate diyarkirin wê ciwanan bibin Amedê.

				
				
				
				
				





