Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Helebê broşur hatin belavkirin
- 15:18 25 Gulan 2023
 - Rojane
 
		HELEB - Bi pêşengiya Kongreya Star û Hîlala Zêrîn ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan broşur hatin belavkirin. 
	
		Bi pêşengiya Kongreya Star û Hîlala Zêrîn ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan broşur hatin belavkirin. Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî daketin kolanan. 
	
		Wê çalakî bidomin
	
		Endama Kongreya Star Şîraz Silêman ji ajansa me re axivî û wiha got: " Ji sibehê de jinên meclis û saziyên taxê bi meşek girseyî di nava gel de digerin da ku em van biroşuran belav birin. her wiha em di her sê taxan de geriyan û wê çalakiya me berdewam be da ku em azadiya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin."
	
				
				
				
				
				





