Mihrîcana Govendên Kurdistanê dest pê kir
- 16:25 27 Gulan 2023
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Merasîma Mihrîcana Govendên Kurdistanê li Hannoverê dest pê kir.
	Merasîma Mihrîcana Govendên Kurdisanê ku îsal 34’emîna wê hat lidarxistin, li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi meşê dest pê kir.
	Merasîma ku wê ji Elmanya, Swîsre û Fransayê 23 komên folklorê beşdar bibin, sibehê wê bi pêşbirka folklorê dewam bike.
	Ji neteweyên Elman û neteweyên din, gelek kes tevlî merasîmê bûn.
	Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç axaftina vekirinê kir û got: “Dewleta tirk a mêtinger herî zêde dixwaze bi rêya ziman û çandê gelê Kurd asîmîle bike. Em li dijî asîmîlasyonê xwedî li çanda xwe derkevin.” 
				
				
				
				
				
				





