Qedexeyên hilbijartinê ya tura duyemîn dest pê kir
- 18:26 27 Gulan 2023
 - Ramyarî
 
	NAVENDA NÛÇEYAN – Qedexeyên hilbijartinê ya tura duyemîn a serokomariyê saet di 18.00’ande destpê kir.
	Qedexeyên hilbijartinê ya tura duyemîn a serokomariyê destpêkirin. Li gorî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) qedexeyên hilbijartinê saet di 18.00’an de destpê kiriye û sibê êvarê saet di 18.00’an de wê bidawî be. Li Kurdistan û Tirkiyeyê  saet di 08.00’an de wê bikaranîna dengan dest pê bike û kar û barê bikaranîna dengan wê heta 17.00’an berdewam bike.
	Qedexeyên roja hilbijartinê jî di 28’ê Gulanê de sibeha yeşemê saet di 06.00’an de wê dest pê bike û heta nîvê şeve saeat 00.00’an wê bidome.  Li gorî dema berê 28’ê Gulanê de wê firotina alkolê qedexebe. Her wiha roja hilbijartinê kahwe, kiratxane û kafeyên înternetê wê girtî bin. Lokante wê tenê xwarinê bidin. Dawet jî piştî 18.00’an dikarin destpê bikin. He rwiha nûçe, propaganda jî qedexe ne.
				
				
				
				
				
				





