Dengên derveyê welat anîn Tirkiyeyê
- 18:29 27 Gulan 2023
 - Ramyarî
 
	NAVENDA NÛÇEYAN- Dengên ji bo hilbijartina serokomariyê ya tura duyemîn li derveyê welat hatibûn bikaranîn, anîn Tirkiyeyê.
	Li derveyê welat li 73 welatî sindoq hatin avakirin û di 20’ê Gulanê de kar û barê bikaranîna dengandestpê kirin û piştî vê deng bi çewalên mohrkirî anîn Tirkiyeyê. 
	Bi çewalên dengan yên ji Kanadayê jî hatin, hemû dengên li derveyê welat hatibûn bikaranîn anîn Tirkiyeyê û şandin Lijneya Hilbijartinê ya Derveyê Welat a Enqereyê.
				
				
				
				
				
				





