Artêşa Iraqê li dora Mexmurê dîsa ket tevgerê
- 19:01 27 Gulan 2023
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN – Ji 20’ê Gulanê de ye hewldanên dagirkirina Wargeha penaberan a Mexmûrê ya ji aliyê artêşa Iraqê ve didomin û di deqeyên borî de artêşa dîsa hewl da wargehê dagir bike. Berxwedana gelê Mexmurê didome.
	Ji 20'ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zirxî wesayîtên kar şandiye derdora wargehê.
	Berxwedana gel didome û Artêşa Iraqê li herêma Şehît Robar hewl didin bîrên avê yên ava kampê peyda dike, dagir bikin. Gelê Mexmurê diyar kirin ku wê destur nedin vê yekê.
				
				
				
				
				
				





