Li Wanê jinek hat qetilkirin
- 20:10 27 Gulan 2023
 - Rojane
 
	WAN- Li taxa Şabaniye ya Wanê mêrê bi navê Şukru Koçak jina bi navê Fatma Ugur ya bi mehra olî pê re zewicandî bû, qetil kir
	Li taxa Şabaniye ya Artemît a Wanê mêrê bi navê Şukru Koçkak jina bi navê Fatma Ugur ya bi mehra olî pê re zewicandî qetil kir. Cîranan agahî dan polîs û ekîbên tenduristiyê. 
	Gumanbar ji cihê bûyerê reviya û lêkolîna li cihê bûyerê didome. Li gorî agahiyan zarokek Fatmayê heye û gumanbar her tim tundî li Fatmayê kiriye.
				
				
				
				
				
				





