Li Stockholmê li ser Zimanê Kurdî semîner hat lidarxistin
- 10:40 28 Gulan 2023
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê, Yekitiya Mamosteyên Kurd li Swêd û PENa Kurd wesîleya 15'ê Gulanê Roja zimanê Kurdî semînerek hat dayin. 
	Li paytexta Swêd Stockholmê li ser Zimanê Kurdî semînerek hat lidarxistin. Semîner bi yek deqe rêzgirtinê dest pê kir û li pey xwendina helbest û stranê semîner bi mijarên hatî destnîşankirin, dest pê kir.
	Piştî xwendina helbestek ji helbestvan Aynûr Aras, li ser mijara Ziman û Medya ev tişt hate gotin: "Ziman bi riya tv, radyo, rojname û kovara rojaneyî dibe, pêş dikeve û hemdemiya xwe distîne."
	Kurdan ji ber hezkirina xwe zimanê xwe parastine. Lê mixabin di van salên dawî de ew hezkirina kurdan jî kêm bûye. Nivîskar, dema tiştek dinivîsin, lazim e zimanekî sade û zelal hilbijêrin da ku her zarok an her xwendevanek Kurdî bikaribe bi hêsanî jê fam bike. Em weke mamoste, rewşenbîr, nivîskar lazim e her gotin, her nivîs û her tiştê ku bikin, lazim e bi zarok û ciwanên xwe bidin hezkirin, em vîna ji bo ziman xurt bikin.”
	Semînera ku danê nîvro seet 13:00'an li salona ABF ya taxa Varby Gord dest pê kir, heya bi danê êvarî saet 17:00'an domand.
				
				
				
				
				
				





