Li Helebê bi jinan re civîn hat lidarxistin
- 13:43 28 Gulan 2023
 - Rojane
 
	HELEB - Ev bû 5 roj in ku ji aliyê Kongreya Star ve ji bo jinên li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîn tên lidarxistin.
	Bi pêşengiya Kongreya Starê ev 5 roj in ji bo jinên li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîn tên lidarxistin. Civîn bi armanca zelalkirina rewşa heyî ya ku di her çar perçeyên Kurdistanê de diqewime û bi taybet rewşa jinê ya di herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de, hat lidarxistin. 
	Civîn li her du Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kom bi kom hatin lidarxistin. Civînên bi zimanê kurdî û erebî tên lidarxistin dewam dikin. 

				
				
				
				
				





