Mûşahîtên AKP’yî êrîşê peywirdarên Partiya Çep a Kesk kirin
- 15:53 28 Gulan 2023
 - Rojane
 
	AMED - Mûşahîtên AKP’yî li dibistana Anadoluya 70’încî Yuzyil dengdayîna welatiyan asteng kirin û êrîşê peywirdarên Partiya Çep a Kesk kirin.
	Li dibistana Anadoluya 70'încî Yuzyil de mêrek û dayika wî ya nexweş di sindoqa bi hejmara 1129’an de xwestin dengê xwe bi kar bînin. Lê belê ji hêla mûşahîtên AKP’yî ve hatin astengkirin û bi êrîşa wan ve rûbirû man. Berpirsiyarên Partiya Çep a Kesk xwestin mudaxaleyî bûyerê bikin lê belê ji hêla mûşahîtên AKP’yî ve gef lê hate xwarin. 
	Li ser bûyerê girtek hate girtin.
				
				
				
				
				
				





