Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
- 18:52 6 Hezîran 2023
 - Rojane
 
	AMED - Komeleya Dema Jinê, serdana MKGP'ê kir.
	Komeleya Dema Jinê, bi munasebeta erdhêja 6'ê Sibatê ku navenda wê Mereşê bû pêk hat û 11 bajaran kir û rojnamegerên ku li heremên erdhêjê zehmetiyên kişandina, çû serdana Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê.  Endamên platform û komeleyê di serdana ji bo Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) pêk hat, de cih girtin.
	Di serdanê de Berdevka MKGP'ê Roza Metîna axivî û anî ziman ku di pêvajoya ku êrîşên li dijî rojnamegeran dihat kirin de erdhêj pêk hatiye û behsa rojnamegerên ku li heremên erdhêjê zehmetiyên kişandine kir. Roza, destnîşan kir ku rojnamegerên ku li heremên erdhêjê  karê xwe dimeşandin bi astengiyên polîsan re rû bi rû mane û  daxuyand ku gelek rojnameger li qadan de hatin binçavkirin. 
	Piştre serdana rojnamegerên ku li heremên erdhêjê di bin şert û mercên zehmet de xebatên xwe meşandine, kirin. 
	Endamên komeleyê jî diyar kirin ku rojnamegerên agahiyên dane ew ê bikin rapor û parve bikin.
				
				
				
				
				
				





