Michela Arricale: Ez jî dixwazim bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikim!

  • 09:06 28 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Michela Arricale, parêzerek ku dê di demek nêzîk de wekî beşek ji şandeyeke aştiyê ya navneteweyî li Tirkiyeyê be, got: "Wekî hemû pêvajoyên demokratîk, avakirina aştiyê tenê wê demê wateya rastîn bi dest dixe ger ku ji hêla civakê ve were parvekirin û hembêzkirin. Ji ber vê yekê rola Birêz Ocalan ewqas girîng e: divê destûr bê dayîn ku ew bi gelê xwe re biaxive û wan tevlî pêvajoyê bike."
 
Di encama pêvajoya ku li gorî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, PKK'ê deklarasyona dawî ya Kongreya xwe ya 12'yemîn a ku di navbera 5-7'ê Gulanê de li dar xist û ragihand ku têkoşîna çekdarî bi dawî bûye. Di vê çarçoveyê de, di demekê de ku hemû rêxistinên civaka sivîl û girseyî yên demokratîk li Kurdistan û Tirkiyeyê û li çar aliyê cîhanê pêvajoya "Avakirina aştî û civatek demokratîk" hembêz kirine, hikûmetê hîn piştgirîya têrker nedaye pêvajoyê. 
 
Michela Arricale, Hevseroka Navenda Lêkolîn û Pêşvebirina ji bo Demokrasiyê ya Îtalyayê û di heman demê de Heseroka Koma Mudaxeleya Hiqûqî ya Navneteweyî, ji bo " Mafê Hêviyê" û rakirina tecrîdê çend caran serdana Kurdistan û Tirkiyeyê kiriye. 
 
Michela Arricale, wekî yek ji navên di şandeya aştiyê ya navneteweyî de ku dê di rojên pêş de piştgiriyê bide pêvajoyê, berî serdana Tirkiyeyê, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civakeke demokratîk û pêvajoyê nirxandin kir.
 
'Tenê gotina 'aştî' têrê nake'
 
Michela Arricale, diyar kir ku ew vê pêvajoyê bi eleqeyek û hêviyek mezin dişopînin, got, "Destpêkirina pêvajoyê, nemaze daxuyaniya ji nişka ve ya Birêz Bahçeli li Parlamentoyê di Cotmeha 2024'an de, ji bo gelek kesan surprîz bû. Dîsa, em qebûl bikin ku bi pêşketinên pêşîn re, me hinekî guman li ser pêvajoyê hebû. Ger derfetek rastîn were dayîn, Birêz Ocalan wê ne tenê ji bo berjewendiyên xwe lê di heman demê de ji bo berjewendiyên civaka Kurd jî binirxîne û bi vî rengî dibe ku ji bo rêyek rastîn a aştiyê cîhek veke. Ev dikare ji bo avakirina Tirkiyeyek bi rastî demokratîk kêliyek pir girîng temsîl bike. Lêbelê, armancek wisa biryardariya hemî aliyan hewce dike. Tenê gotina 'aştî' têrê nake, divê em bi awayekî çalak ji bo avakirina wê bixebitin."
 
'Ji bo Birêz Ocalan beşdarî pêvajoyê bibe derfet bê dayîn' 
 
Michela Arricale ku rexne li leza hikûmetê kir di neavêtina gavên berbiçav de tevî ku mehek û nîvek ji kongreya PKK'ê derbas bûye, wiha axivî: "Ev rastiya ku hemî sozên hatine dayîn bi çalakiyên berbiçav nehatine bicîhanîn, wekî ku min berê jî behs kir. Dema ku PKK kongreya xwe li dar xist û rêxistin bi fermî betal kir, dewleta Tirkiyeyê hîn gavên têkildar ên ku soz dabû neavêtine. Divê derfet bihata dayîn ku Birêz Ocalan bi awayekî watedar beşdarî pêvajoya aştiyê bibe, lê ew hîn jî di tecrîdê de tê girtin. Di heman demê de, dewleta Tirkiyeyê behsa xwesteka xwe ya avakirina rêyek demokratîk, peydakirina mafên siyasî yên tevahî û birina pirsgirêka Kurd ji bo astek siyasî û saziyî dike. Lê wê hingê em çawa dikarin nakokiya di sûcdarkirin û ji kar dûrxistina siyasetmedarên hilbijartî de bi tohmeta 'terorîzmê' ferq nekin? Bi taybetî dema ku herî kêm hin ji van sûcdariyan wekî li ser bingeha hevpeymaniyên hilbijartinê bi DEM Partiyê re têne pêşkêş kirin? Dibe ku ez hin hêmanan ji bîr dikim, lê ji derve, ev wekî nelihevhatinek girîng xuya dike."
 
Heweceyî derxistina qanûnan
 
Michela Arricale, diyar kir ku demokrasî tenê dikare di çarçoveyek qanûnî ya zelal û pêbawer de pêş bikeve ku mafên bingehîn ên hemî kesan garantî dike û wiha bi lêv kir: "Lêbelê, misogerkirin û xurtkirina pêvajoyek wusa bi serê xwe çênabe: ew hewceyî derxistina qanûnan, reformkirina saziyan û beşdariya rastîn li ser maseya danûstandinan dike. Ev ne jestên sembolîk in. Ew girîng in û tenê saziyên qanûndanînê dikarin wan pêk bînin. Ev di serdema 2013-2015'an de eşkere bû, dema ku hilweşîna pêvajoyê ne ji ber nebûna îradeya civaka sivîl, lê ji ber nebûna şopandina qanûnî û saziyî bû. Ev bi serê xwe sedemek bihêz e ku mirov fêm bike çima gavên qanûnî û saziyî ne tenê ji bo avakirina aştî û civatek bi rastî demokratîk girîng in, lê bi tevahî pêdivî ne."
 
'Eger ji hêla civakê ve were bikaranîn aştî watedar dibe'
 
Michela Arricale, dema ku pêwîstiya çalakbûna ne tenê ji bo avahiyên desthilatdar, lê di heman demê de ji bo civakê jî anî ziman, wiha got: "Ger ku aşti ji hêla civakê ve were bikaranîn wekî hemü pêvajoyên demokratîk, avakirina aştiyê tenê wê demê watedar dibe.  Guhertinên ji jor ve têne ferzkirin ne tenê ku nikarin bên bicihkirin, di heman demê de li dijî ramana demokrasiyê ne. Ji bo ku pêvajoyek aştiyê aram û mayînde be, divê ew di nav civakê de bi xwe bê bicihkirin û ji hêla saziyan ve were piştgirîkirin û xurtkirin. Ji ber vê yekê rola Birêz Ocalan pir girîng e: divê destûr bê dayîn ku ew bi gelê xwe re biaxive û tevli pêvajoyê bike."
 
'Ez jî dixwazim bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikim'
 
Michela Arricale, ku got heta ku tecrîd berdewam bike hêvî nayê avakirin û diyar kir ku divê piştgirî ji kampanyayên wekî "Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim" re were dayîn. Michela Arricale got: "Ez teqez nafikirim ku tecrîd li gorî ruhê pêvajoyê ye. Bi rastî, tam mijarên wekî van dibin sedema hin fikaran. Em bi dilsozî hêvî dikin ku hemû aliyên têkildar bi niyeta baş tevdigerin û tevli pêvajoya aştiyê bibin. Lêbelê, tecrîda berdewam a li ser Birêz Ocalan û sînorkirinên li ser danûstendina wî ya azad bi civaka wî re pirsên li ser ka çiqas rêz li ruhê pêvajoyê tê girtin derdixe holê. Her kampanyayek ku balê dikişîne ser vê mijarê bê guman dê bi ser keve! Di vê navberê de, ez jî dixwazim bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikim!"
 
Ew ê ji bo çavdêrî û piştgiriyê li Tirkiyeyê bin
 
Michela Arricale, serdana xwe ya Tirkiyeyê bi rojeva pêvajoyê bi bîr xist û got, "Ez ê di demek nêzîk de bi şandeyeke navneteweyî re li Stenbolê bim ku bi taybetî ji bo çavdêrî û piştgiriya pêvajoya aştiyê hatiye vexwendin. Her kes, tevî yên li derveyî welAt, bi baldarî û hêviyek mezin li vê derfetê dinêre. Ez li bendê me ku li wir bim û ez hêvî dikim ku têgihîştina xwe bi awayekî watedar kûrtir bikim. Divê em paşê dîsa bicivin da ku çavdêriyên xwe parve bikin."