Rojnameger Ceylan Şahînlî îfade da

  • 18:53 8 Tîrmeh 2025
  • Rojane
RIHA – Nûçegîhana MA’yê Ceylan Şahînlî di çarçoveya doza lê hatiye vekirinde îfade da.
 
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî di çarçoveya lêpirsîna ku Serozgeriya Komarê ya Pirsûsê bi hinceta ‘muxalefetê qanûna meş, civîn û pêşendanan kiriye’ dabû destpêkirin de îfade da. Ceylan Şahînlî li Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Rihayê îfade da . Endama OHD’a Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel, Meral Halat û Ahmet Taş jî ligel wê cih girtin.
 
Ji Ceylan Şahînlî çalakiyên li sînorê Kobanê-Pirsûsê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin hatin pirsîn. Rojnameger Ceylan Şahînlî got ji bo şopandina nûçeyan çûye herêmê.
 
Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel jîdiyar kir ku wek di destura bingehîn de hatiye destnîşankirin bêyî destur mafê meş û civînan dikare bê bikaranîn.