Însiyatîfê banga aştiyê li meclisê kir
- 11:32 8 Tîrmeh 2025
- Rojane
ENQERE - Jinan li Enqerê kom bûn û bi qîrîna dirûşmeyên "Parlamento erka xwe bigire, jin ber bi têkoşîna aştiyê ve" daxwaz kirin ku şer bi dawî bibe û rêziknameyên qanûnî werin çêkirin ku rê li ber aştiyeke mayînde vekin.
Jinên ku di bin pêşengiya Înîsiyatîfa Jinan a "Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" de hatin cem hev, bang li Parlamentoyê kirin ku ji bo pêşveçûna pêvajoya ku bi banga "Aştî û Civaka Demokratîk" dest pê kir, berpirsiyariya xwe bigire ser xwe. Jinan li Parka Parlamentoyê ya Enqerê bi dirûşmeya "Parlamento erka xwe bigire, jin ber bi têkoşîna aştiyê ve" kom bûn û ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet dengê xwe bilind kirin.
Bi sedan jinên ku ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi rê ketin, di saetên sibehê de li Guvenparka Enqerê kom bûn. Polîsan hewl dan ku rê li ber jinan bigirin ku ji otobusan dakevin, her wiha gef li ajokarên otobusan jî xwarin. Tevî hemû astengiyan jî, jin li Parka Parlamentoyê kom bûn û bi qîrîna pir caran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Jinan", "Bê Serok Jiyan Nabe" daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman.
Jin ji vir ber bi Deriyê Çankaya yê Parlamentoyê ve meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên wekî "Jin Şer Nexwazin, Aşitiyê Dixwazin", "Jin ber bi Parlamentoyê ve, Parlamento tavilê dest bi kar bike", "Zindanan hilweşînin, ji bo girtiyan azadî" hatin qîrîn. Li qada daxuyaniyê, jinan pankartên bi nivîsên "Bila qeyûm vekişin, bila siyaset êdî nebe sûc", "Divê jin di hevdîtinên aştiyê de werin temsîlkirin", û "Qanûna Dij-Terorê rakin" vekirin.
Metna bi Kurdî ya daxuyaniyê ji aliyê Berdevka Demê ya KESK'ê Zelal Angay û metna bi Tirkî jî li ser navê Înîsiyatîfê ve ji aliyê Feride Eralp ve hate xwendin.
Zelal Angay diyar kir ku şer her qada hiqûq û jiyanê girtiye nav xwe û got ku normalîzebûna vê têgihîştinê li vî welatî di serî de ji ber polîtîkayên şer ên li dijî gelê Kurd e. Zelal Angay got, "Îro em dizanin ku divê em hem li kolanên xwe û hem jî li Rojhilata Navîn ji bo vebijarkek din ji bo aştiyê têbikoşin. Ji ber vê sedemê, em jin ji Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê sê daxwazên berbiçav dikin ji bo avakirina aştiyê û vekirina rêyek ber bi çareseriyek aştiyane, demokratîk û wekhevîxwaz a pirsgirêka Kurd. Pêkanîna van daxwazan pêdiviyek demokratîk e."
Daxwaza wiha hatin ziman:
“*Bila siyaset êdî nebe sûc û "Qanûna Dij-Terorê rakin" . Bila girtî bên berdan
*Divê operasyonên li ser sînor, pratîkên herêmên ewlehiyê yên taybet û komkirina leşkerî tavilê werin rawestandin.
*Bila qeyûm paşve vekişe.”
'Berpirsiyariya we ye ku hûn şer bi dawî bikin'
Siyasetmedara Kurd û çalakvana TJA'yê Gultan Kişanak di daxuyaniyê de got, "Hatina vê parlamentoyê tê wateya girtina berpirsiyariyê. Pirsgirêka herî mezin a vî welatî êşa ku ji ber şer çêdibe ye ku dilê dayikan diêşîne, berpirsiyariya bidawîkirina vê yekê li ser we ye. Vê berpirsiyariyê îro me li vir aniye cem hev. Berpirsiyariya we ye ku hûn şer bi dawî bikin. Divê êdî rê li birêkûpêkirina zagonî vebe."