
Buşranûr Gunoz 11 roj in winda ye
- 11:07 8 Tîrmeh 2025
- Rojane
MERDÎN- Buşranûr Gunoz a 16 salî ji dema ku li wargehek xwendekaran dima, ji dema ku ji wargehê veqetiya 26' ê hezîranê ve tu agahî jê nayê girtin.
Ji Buşranûr Gunoz a 16 salî ku li navçeya Artuklu ya Merdinê dijî, ji 26'ê Hezîranê ve tu agahînayê girtin. Piştî ku agahî hat wergirtin ku Buşranûr Gunoz herî dawî li benzînxaneyekê li ser rêya Amed hatiye dîtin, malbat û polîsên dest bi lêgerînên berfireh kirin. Lêbelê, tevî 11 rojan ku derbas bûne jî ji Buşranûr Gunoz tu agahî nehatiye wergirtin.
Hat destnîşankirin ku lêgerîna Buşranûr Günöz berdewam dike.