Li Xezayê 24 saetan de 59 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 18:46 12 Tîrmeh 2025
  • Cîhan

 

NAVENDA NÛÇEYAN- Di êrîşên Israîlê ya li hember Xezayê de 24 saetan de 59 kesî jiyana xwe ji dest da û hejmar bi vî awayî derket 57 hezar û 882’an.
 
Di daxuyaniya nivîskî ya wezareta tenduristiyê Fîlîstînê de, daneyên dawî yên êrîşên Israîlê yên didomin de hat parvekirin.Hat destnîşan kirin ku di 24 saetan de 59 kesî jiyana xwe ji dest daye û 208 birîndar birine nexweşxaneyê.
 
Hat hînbûn ku hejmara miriyan gihiştiye 57 hezar û 882’an û ya birîndaran jî bûye 138 hezar û 95’an.