Xizmên Windayan: Sal derbas bibin jî em dest ji lêgerînê bernadin

  • 14:59 12 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Xizmên windayan li sê bajaran kom bûn û hem darizandina sûcdaran xwestin û hem jî xwestin ku dewlet li hemberî çekberdnê samîmî tevbigere.
 
Çalakiya protestoyê ya ku ji hêla Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ve bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, sûcdaran bidin darizandi hate lidarxistin, vê hefteyê jî li Amed, Êlih û navçeya Gever a Colemêrgê berdewam kir.
 
Colemêrg
 
 Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 183’yan a çalakiya xwe de, li Kolana Hunerê ya li Geverê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankartên “Faîl diyar in, winda li kuderê ne”, “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Mehmet Işik û Mahîr Duşunmez ên ku di dema binçavan de hatin qetilkirin, daxwaza edaletê hate kirin.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Amed
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 857’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu kom bûn. Di çalakiya ku wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, hatin hildan de, xizmên windayan, Hevserokê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalan û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mesut Dundar ê di Tîrmeha 1992'yan de li Cizîrê hat windakirin û di 6'ê Îlona 1992'yan de cenazeyê wî hat dîtin, hat pirsîn.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Êlih
 
 Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan, di hefteya 693’yan a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstan hatin ba hev. Di çalakiya ku wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin û bûne qurbanên kuştinên kiryar nediyar hatin hilgirtin de, aqûbeta Aydin Ay ê di 10'ê Tîrmeha 1993'yan de hat binçavkirin û ji hingî ve agahî jê nayê girtin, hat pirsîn.
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidar xistin.